ORSAM û IRAM: Îran û Tirkiye dê li dijî Kurdistanê piştgirî bidin Bexdayê

04-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Îran Tirkiye Kurdistan Referandum
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiye Erdogan Seredana Tehranê kir û bi serokomarê Îranê Ruhanî re civiya. Her du welatan di warî aborî û bazirganiyê de çend peyman jî îmze kirin. Pispor dibêjin, Tirkiye û Îran ji bo ku deriyên sînorî yên Herêma kurdistanê radestî Iraqê werin kirin, dê piştgiriya Bexdayê bikin.

 

Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, di navbera Tirkiyê û Îranê de hewlên nêzikbûnê berdewam in. Herî dawîn serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Îranê kir û li Tehranê bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdîtin kir.

 

Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar, Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan û çend wezîr jî bi Erdogan re serdana Îranê kirine.

 

Pisporê Navenda Lêkolînên Îranî ya Enqerê I(RAM) Mehmet Koç li ser serdana Erdogan bo Îranê ji Rûdawê re axivî û got: “Her du welat jî giştpirsiyê weke rîskeke ewlehiyê dibînin. Li Sûriyê nêzikbûnek heye, helbet li wir Rûsya jî heye. Rast e her du welat jî dixwazin têkiliyên xwe yên aboriyê bi pêş bixin. Di vî warî de jî ez bawerim standartek hatiye diyarkirin.”

 

Erdogan û Rûhanî li dijî giştpirsiyê ti gavên Tirkiyê û Îranê yên ku dê werin avêtin diyar nekirin. Li gorî pisporan her du welat dibe ku di warê radestkirina deriyên sinorî ji bo İraqê de piştgiriyê bidin Bexdayê.

 

Pisporê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Navîn (ORSAM) Tuna Aygun jî derbarê vê serdana Erdogan bo Tehranê de got: “Bexda dixwaze deriyên sînorî yên Rêvebiriya Herêmî ya Kurdan ên ku li (ser) Tirkiye û Îranê vedibin kontrol bike. Bexda vê yekê bi piştevaniya destûra bingehîn dibêje. Ji ber vê dibe ku li ser deriyên sînorî yan jî deriyên alternatîf jî bisekinin. Ev jî dê bibe sepandina herî mezin a li ser Rêvebiriya Herêmî ya Kurdên Iraqê.”

 

Tirkiye û Îranê di warê deriyên sinorî, aborî û bazirganiyê de jî çend peyman îmze kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst