Bîrmendê Kuweytê: Kurdistan mîna Xezze û Qeterê dorpêç nabe

04-10-2017
RÛDAW
Nîşan Tariq Siweydan Kuweyt Kurdistan Gişrpirsî Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bîrmendê navdar ê Kuweyt û cîhana îslamî Tariq Siweydan derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got: “Di dirêjahiya dîrokê de stem li kurdan hatiye kirin. Niha jî dorpêç danîn ser lê rê ji vê dorpêçê re re nîne.”

 

Bîrmendê navdar ê Kuweyt û cîhana îslamî Tariq Siweydan li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê peyamek belav kir û got: “Kurd neteweyekî fedekar e. Di dirêjahiya dîrokê de gelek stem lê hatiye kirin. Kurdan ji bo ummeta îslamê qurbaniyên mezin daye û herwiha palewanên çavnetirs ên mîna Selahaddînê Eyûbî jî ji wan derketiye.”

 

Siweydan di peyama xwe de amaje bi parçekirina Kurdistanê ya di navbera Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê de kir û li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê jî wiha nivîsî:

 

“Kurdan ji bo serxwebûnê rêya dengdanê hilbijart, ne ku bi kiryar serxwebûn ragihand, da ku cîhan ji rewşa jiyan û mafên wan agahdar bibe. Ev jî piştî çaverêkirineke dûr û dirêj û zêdebûna zulm û staman hat.”

 

Derbarê dorpêça ser Kurdistanê jî bîrmendê navdar ê Kuweyt û cîhana îslamî got: “Niha jî li ser wan dorpêç danîne lê bi zanîna min rê ji vê re nayê dayîn. Dorpêça ser Kurdistanê mîna ya Xezze û Qeterê nabe. Ev yek ziyanê digihîne gelan û rik û kînê diçîne.”

 

Derbarê çareserkirina pirsgirêkan jî Tariq Siweydan dibêje, ji bo vê li ser hîmê parvekiirneke dadperwerane ya samanên welat guftûgo pêwîst in. Herwiha ji bo bihêziya welat divê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelan were misogerkirin û ti aliyek îradeya xwe bi ser ya din de nesepîne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst