FLAŞ – Hemû sînorê navbera Cerablus-Ezazê kete destê Artêşa Tirkiyê

04-09-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Ezaz Elraî Cerablus Mertala Firatê Artêşa Azad a Sûriyê Cerablûs DAIŞ
A+ A-
Navenda Nûçeyan – Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê hemû sînorê navbera Cerablus heta Ezazê bi timamî kontrol kir.

 

Li gorî agahiyan, di 12mîn roja operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê ya bi navê Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyê û çekdarên komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li derdora bajarokê Elraî çend gundên din ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û bi wê yekê hemû deverên ser sînorê Tirkiye-Sûriyê kontrol kirin.

 

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di 12mîn roja operasyona Mertala Firatê de, Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê gundên Tuweyran, Xelîliye, Bab Lemon, Hac Welî, Suweyde, Elkadî,  Xenemiye, Qubet Turkemen û El-Mutmine kontrol kirin.

 

Bi wê yekê hemû sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê her ji Cerablusê heta Ezazê niha di kontrola Artêşa Tirkiyê û çend yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyê de ye.

 

Duh 3ê Îlonê Artêşa Tirkiyê ji milê sînorê bajarokê Elraî jî derbasî nav axa Sûriyê bû û dest bi operasyonê kir.

 

Artêşa Tirkiyê bi 20 tank û 10 zirêhpoşan derbasî devera Elraî bû û piştgirî da çekdarên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê û li wî milî ve jî dest bi operasyona li dijî DAIŞê kir.

 

Roja 24ê Tebax a 2016ê jî Artêşa Tirkiyê operasyona Mertala Firatê bo girtina Cerablusê dabû destpêkirin û li aliyê Cerablusê destwerdana leşkerî di nav axa Sûriyê de kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst