Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji bo serdanê diçe Îraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Ehmed El-Sehaf ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan dê di nîvê duyem a meha tebaxê de ji bo serdanê here Îraqê. 

Derbarê vê mijarê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Ehmed El-Sehaf daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Îraqê û got:

“Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Fuad Huseyîn pêşwaziya Balyozê Komara Tirkiyeyê yê Bexdayê Alî Riza Guney kir. Di hevdîtinê de hevkariyên navbera Bexda û Enqereyê hatin nirxandin û li ser çawaniya bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî bi awayekî ku di berjewendiya her du gelên dost de be, gotûbêj kirin.

"Dê projeya rêya geşepêdanê were gotûbêjkirin"

Her du aliyan li ser serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî gotûbêj kir. Herwiha dê di serdana Fîdan a  Bexdayê de, projeya rêya geşepêdanê jî were gotûbêjkirin.”

Ehmed El-Sehaf diyar kir ku hikûmeta Iraqê dê derfetên weberhênanê ji bo şîrketên biyanî yên Iraqê çêbike û got: “Şîrketên Tirkiyeyê dikarin di pêvajoya avakirina Iraqê de roleke girîng bilîzin.”

Biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îsal serdana Îraqê bike lê heta niha dema serdanê wî nehatiye eşkerekirin.