Du xwandekarên ji Efrînê li Îmarat û Siûdiyê bûne yekem
Hewlêr (Rûdaw) - Li Siûdiyê û Îmaratê du xwandekarên Kurd ên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê di ezmûnên bekeloryayê de nimreya herî bilind bi dest xistin û bûne yekem.
Li Siûdiyê û li parêzgeha Ceddeyê, xwendekareka Kurd a ji Efrînê di bekelorya wî welatî de yekemîn derket û ji 100 dereceyan 99.94 anî.
Navê wê xwandekarê Rojda Yûsif Xelîl e û ji gundê Basûtê yê herêma Efrînê ye.
Rojda Yûsif ji Rûdawê re got, ku ew dixwaze vegere Sûriyê û li zanîngeha dermansaziyê bixwîne.
Rojda li Ceddey ji dayîk bûye û sala 2019 ji aliyê Zanîngeha Melik Ebdulezîz a Siûdiyê ve hatibû xelatkirin.
Li Îmaratê jî xortekî ji Efrînê di ezmûnên bekeloryayê de bû yekem.
Navê wî xortê Kurd Aryan Subhî Mihemed e û ji nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê ye.
Aryan di ezmûna bekeloryayê de ji 100î nimreya 98.3 aniye û yekemîn derket.