Beyrût (Rûdaw)- Kurdên libnanî weku her neteweyeke din dixwazin ku hînî zimanê xwe yê dayikê bibin.
Ev zimanê ku wan bi salan, bi kar neaniye, û ji aliyê piraniya kurdên Libnanê ve, hatiye jibîrkirin.
Xortên kurdan li Libnanê, gunehê vê yekê, dixin stûyê dewleta libnanî de, ku alîkariya wan nake, û guh nade zimanê wan.
Lê belê di zagona bingehîn a dewleta libnanî de, mafê fêrbûna her zimanî li dibistanên taybet, heye, û Kurd eger bixwazin dikarin dibistaneke kurdî, vebikin.
Lê komele û rêxistinên Kurdî ku ji hev dûr in, û hemahengî di nava wan de, kêm e, dibêjin ku kêşeyên li pêşber wan darayî ne, ne ku yasayî ne. Anku derfetên wan tune ne, ku ew dibistanekê ji xwe re, vebikin.
Lewma, ew berê xwe didin gelê Kurd û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku alîkariya wan bikin.
Hin ji van komeleyan, li gor derfetên xwe hewl didin korsên ziman vebikin, lê korsên wan ji ber kêşeyên darayî, berdewam nakin.
Hejmara kurdên libnanî li gor jêderên kurdî, 100 hezaran derbas dike. Lê gelek ji wan, di serdema şerê navxweyî de, koçberî welatên ewrupî bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse