Kurê Ebûbekir Bexdadî hat kuştin

04-07-2018
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Kurê Ebûbekir Bexdadî Huzeyfe Bedrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malperên medyayî yên ser bi DAIŞê ve, kuştina kurekî berpirsê wê rêxistinê, Ebûbekir Bexdadî li Sûriyê ragihandin.

 

Ajansa Aamaq a ser bi DAIŞê ve ragihandiye, li parêzgeha Humsê, ji ber êrîşa grûpekê, Huzeyfe Bedrî kurê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin. Aamaqê dîmenê Huzeyfe Bedrî yê kurê Ebûbekir Bexdadî jî belav kiriye, ku cilê efxanî li xwe kiriye û çekek di destê wî de ye.

 

Li gorî wê ajansa ser bi DAIŞê ve, kurê Ebûbekir Bexdadî di şerê li dijî Rûs û Nesraniyan de û li santraleke elektirîkê li parêzgeha Humsê hatiye kuştin.

 

Aamaqê amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Ebûbekir Bexdadî bi xwe zindî ye û tendirustiya wî baş e.

 

Ji dema ku Ebûbekir Bexdadî xelafeta rêxistina xwe ragihandiye, tenê carekê li pêş kamîrayê derketiye, ew jî di sala 2014an de bû ku li mizgeha mezin a bajarê Mûsilê de gotarek pêşkêş kiribû.

 

Amerîkayê jibo peydakirin an dayîna her core zanyariyeke derbarê Ebûbekir Bexdadî de, 25 milyon dolar weke xelat diyar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst