Li Helebê fermandarekî Îranî hat kuştin

04-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa Îsraîlê ya li Helebê de, fermanderekî Pasdarên Îranê hat kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balefirên Îsraîlê doh li bajarokê Heyanê yê Helebê baregehên Hizbullah û hêzên Îranê bombebaran kirin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê di encamê de 17 leşker û çekdar hatine kuştin

Ajansa Îranê ÎSNAyê jî ragihand ku di bombebarana Îsraîlê de şêwirmendekî Pasdaran a Îranê hatiye kuştin.

Li gorî ajansê navê efserê hatiye kuştin Saîd Aybar e.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî piştrast kiribû ku Îsraîlê êrişî hin xalên li derdora Helebê kiriye.

Îsraîl piştî sala 2011an ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir hinek caran êrişî hêzên Sûriyeyê û komên çekdar dike ku Îran li pişta wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst