Tirkiye: Deriyê Sînorî yê Habur-Îbrahîm Xelîl hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand ku îro deriyê sînorî yê Habur-Îbrahîm Xelîl ê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de hat vekirin.

Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê herwiha diyar kir, ji îro ve otomobîl û barhilgir dê bikarin li deriyê sînorî yê Habur-Îbrahîm Xelîlê hatin û çûnê bikin .

Ruhsar Pekcan ku di rêzetwittekê de biryara vekirina deriyê sînorî yê bi Herêma Kurdistanê re aşkere kiriye, daye xuyakirin, “êdî qonaxa tevgera bazirganiya bêtemas li vî deriyê sînorî bi dawî tê” û tekez dike, tevî destpêkirina hatinûçûnê, tedbîrên tendirustî û ewlehiyê dê bêne cîbicîkirin

Deriyê sînorî yê Habur-Îbrahîm Xelîl ji 1ê Adara îsal ve di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de li ber hatûçûna sivîlan hatibû girtin, lê ji bazirganiyê re bi awayekê sînordar vekiribû.

Tevgera bazirganî ya li vî deriyê sînorî, li gor tedbîr û protokolên tendirustiyê yên taybet bi koronayê dihat kirin.

Wezîra Bazirganiya Tirkiyeyê Ruhsar Pekcan duh ji televîzyoneke welatê xwe re gotibû, ku herdu deriyên sînorî Habur-Îbrahîm Xelîl û Gurbulak-Bazirgan di rojên bihê de vedibin.

Li gor mekanîzma tevgera bazirganî li sînorê Îbrahîm Xelîl, barhilgirên Tirkiyê li ser pira Îbrahîm Xelîl radiwestiyan û şofêrên Herêma Kurdistanê barê wan werdigirin.