DIAKURD li dijî Peymana Lozanê dest bi pêvajoya dadgeriyê dike

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan DIAKURD Peymana Lozanê Konfederasyona Kurdên Diyaspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Kurdên Diyaspora (DIAKURD) ji bo ku desteserkirina mafên di Peymana Lozanê de bi dawî bibe û gelê Kurd mafê çarenûsî yê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye destîşankirin bikar bîne, biryar da ku serî li dadgehê bide.

DIAKURD di daxuyaniyekî nivîskî de bibîr xist ku di 24ê Tîrmeha 2023an de sed saliya Peymana Lozanê diqede û ragihand: “Dewletên ku peyman îmze kirin, esasên herî girîng ên mafên navneteweyî binpê kirin û gel ji maf û azadiyên bingehîn bêpar hiştin. Piştî şerê Cîhanê yê Yekem gelek dewletên nû hatin avakirin, gel hatin rizgarkirin û sîstemek nû ya cîhanê hate avakirin. Gelê Kurd di Lozanê de dîl hate girtin, heta mafê axaftinê jî nedane Kurdan û rê nedan ku nûnerên Kurdan nûnertiya wan jî bikin.”

DIAKURD amaje bi wê yekê dike piştî Peymana Lozanê nûnerên dewleta Tirkiye ya nû, berjewendiyên xwe wek bingeh girtin û “aşitî” dabîn kirin û dibêje: “Ev ‘aştî’ li ser bingehê înkara gelê Kurd hate dabînkirin. Damezrînerên dewleta Tirk a pêşerojê her tim gotin ‘em Kurdan jî temsil dikin. Kurd li parlamentoya Tirkiyê û di hukumetê de xwedî mafên wekhev in’ û paş damezrandina dewleta xwe, hebûna neteweya Kurd jî înkar kirin.

Di encama vê peymanê de Kurd sed salan ji mafên xwe yên netewî bêpar man. Di pêvajoya van sed salan de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi milyonan Kurd hatin sirgûnkirin, bi hezaran gund hatin şewitandin û wêrankirin. Ewan Kurdistan kire qada asîmîlasyonê. Berhemên dîrokî ji Kurdistanê hatin talankirin û yên ku nehatine talankirin jî di bin avê de hiştin. Xwezaya Kurdistanê ku welatekî daristanî ye, wêran bûye û wêran kirin hê jî berdewam e.”

Ji aliyê din ve parêzer Hişar Ozalp ji Rûdawê re diyar kir ku Konfederasyona Kurdên Diyaspora ji bo ku desteserkirina mafên di Peymana Lozanê de bi dawî bibe û gelê kurd mafê çarenûsî yê ku di hiqûqa navneteweyî de hatiye destîşankirin ango Jus Cogens bikar bîne, biryar da ku serî li dadgehê bide.

Hişyar Ozalp got: “Li ser vê biryarê me li ser navê DIAKURDê, pêvajoya hiqûqî da destpêkirin. Ji ber vê yekê li ser navê muwekîlê xwe me daxwaznameyek nivîskî pêşkêşî Kabîneya Serokomariya Tirkiyê kir ku daxwazên me bi cih bîne. Eger di vê pêvajoya qanûnî de bersiveke erênî neyê dayîn, em ji raya giştî re radigihînin ku em dê pêşî serî li rêyên huqûqî yên navxweyî bidin û piştre serî li Komîteya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst