Kurdên Lubnanê; Hejmar, pêgeh û pirsgirêkên wan

04-05-2022
RÛDAW
Hejmara Kurdan li Lubnanê bi 150 hezar kesî tê texmînkirin
Hejmara Kurdan li Lubnanê bi 150 hezar kesî tê texmînkirin
Nîşan Lubnan Beyrut Kurdên Lubnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên ne fermî zêdeyî 150 hezar Kurd li Lubnanê dijîn, têvî ku ev rêje dike ji sedî 3 nifûsa Lubnanê, lê rola û pêgeha wan di siyaset û civaka wî welatî de lawaz e. Herwiha Kurdên Lubnanê gelek pirsgirêkê xwe hene ji nasnameyê bigre heta beşdariya siyasî di hikûmetê de.

Dîroka Kurdên Lubnanê

Dîroka Kurdan li Lubnan û navçeyên çiyayî yên wî welatî vedigere sedsala 10em, wê demê gelek cengawer ji bo şerê Xaçperistan çûne wê navçeyê.

Girîngtirîn hoz û eşîrên ku diçine ser bi Kurdan: “Meinî, Eyûbî, Reis Nehaş, Seyfa, Şehal, Xidir Axa, Emadî, Meraîb.”

Hejmara Kurdên Lubnanê

Hejmara Kurdan li Lubnanê bi 150 hezar kesî tê texmînkirin, li wê gorê, Kurd nêzîkî 3.2% ji nişteciyên Lubnanê pêk tînin.

Li gorî hinek texmînan jî, hejmara wan digihêje 300 hezar kesî.

Kêşeya Nasnameyê

Nêzîkî 40% ji Kurdên Lubnanê nasnameya wan nîne, yên din jî ku nasnameya wan heye, ne hemû mafên wan hene.

Li Lubnanê, Kurd qurbaniyê wê yekê bûn, ku hewl hatiye dan herdem weke Sunne bêne hejmartin, lewma neteweyê wan li ber çavan nehatiye girtin.

Lê dema Kemal Canbulat bû wezîrê navxwe, pêdana nasnameyê bi Kurdan ragirt ji bo ku Kurd weke Sunne neyên tomarkirin û hejmara Sunneyan zêde nebe.

Di serdema serokwezîr Refîq Herîrî de, nasname hate dan bo Kurdên Lubnanê, lê cihê jidayikbûnê li ser nasnameya wan nehate nivîsandin. Êdî heta niha kêşeya kesan heye ku ew nasname wergirtiye, û li gelek deveran karê wan biserî nabe, ji ber ku beşek ji nasnameya wan betal e.

Serjimêrî

Sala 1932yan dema Lubnan li jêr desthilata Fransa bû, serjimêrî li Lubnanê hate kirin, lê beşekî gelek ji Kurdên Lubnanê di wê serjimêriyê de, nehatin tomarkirin.

Sala 1956an hewl hate dan beşek ji Kurdên Lubnanê weke Kiristiyanên Maronî bêne tomarkirin.

Lê serokwezîrê wê demê rêgirî li ber wê yekê kir û derî li ber Kurdan vekir da ku weke Musilmanên Sunne bêne hejmartin û nasnameyê werbigirin. Beşekî ji Kurdên Lubnanê di wan salan de nasname wergirt.

Aliyê siyasî

Ti nûnertiya Kurdan di parlemento û encûmenên şaredariyan de nîne.

Windabûn di navbera netewe û ayînzayê de, wiha kiriye ku nûnertiya Kurdan nebe, li wê gorê ku Kurd Sunne ne, bêhtir ji Rewta Paşerojê nêzîk in, ku serkirdayetiya Sunneyan li Lubnanê dike û ji aliyê Seed Herîrî ve serokatiya wê dibe, lê wê partiyê ti demê nûnerekî Kurd di rêzên xwe de negihandiye parlementoyê, her çiqasî Kurdan daxwaza wê jî lê kiriye.

Partî û rêxistinên Kurdî li Lubnanê

-       Partiya Rizgarî

-       Komeleya Komalayetiya Lubnanê

-       Komeleya Komelayetî û Mirovî ya Kurdên Lubnanê

-       Yekîtiya Xwendekarên Kurd

-       Encûmena Kesayetiyan

-       Komeleya Al Imêrat

-       Dezgeha Şêx Mûsa Emrî

-       Komeleya Rewşenbiya Komelayetî ya Newroz, bi serokatiya Henan Osman

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst