Îsraîlê êrîşî hin navçeyên Sûriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Şamê ragihand ku Îsraîlê careke din êrîşî hin navçeyên Sûriyê kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, şeva derbasbûyî Îsraîlê bi çend mûşekan êrîşî derdora Şamê û Başûrê Sûriyê kir.

Hikûmeta Sûriyê dibêje, bergiriya asmanî piraniya wan mûşekan xistine xwarê. Hevdem ajansa hikûmeta Sûriyê kuştina 2 kesên sivîl di wan êrîşan de piştrast dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragehind, Îsraîlê çend bingehên grûpên ser bi Îranê û navendeke berevaniya asmanî ya Hikumeta Sûriyê kirine armanc, kuştî û birîndar di nava grûpên ser bi Îranê de hene, lê hejmara wan ne diyar e.

Rewangeha Sûrî jî dibêje, ew 2 kesên hatine kuştin sivîl in.