Tirkiye: Li Idlibê 2 serbazên me hatin kuştin û 6 serbaz jî birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Idlibê 2 serbazên wan hatine kuştin û 6 serbaz jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê destnîşan kir, di çarçoveya operasyona Mertala Biharê de, heta niha 3138 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê ji destpêka operasyona Mertala Biharê ve herwiha 3 balafirên şer, 8 helîkopter û 3 balafirên bê pîlot, 151 tank û 8 sîstmenê berevaniya esmanî yên artêşa Sûriyê hatine jinavbirin.

Tirkiyê roja 1ê Adarê bi fermî destpêkirina operasyona Mertala Biharê li Idlibê li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê ragihand.

Hikûmeta Sûriyê hewl dide tevahiya parêzgeha Idlibê ku di destê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, kontrol bike û ji bo wê armancê, bi piştgiriya Rûsya û Îranê êrîşeke mezin li sînorê wê parêzgehê daye destpêkirin.

Tirkiyê piştî ku roja 28ê Sibatê 34 serbazên wan di êrîşeke artêşa Sûriyê de li devera Cebel el-Zawiye ya Idlibê de hatin kuştin, dest bi êrîşa bo ser hêzên rejîma Sûriyê kiriye.