Serokê HUDA PARê û Serokê Hemasê civiyan

04-02-2024
Nîşan Zekeriya Yapicioglu Îsmaîl Haniye Hevdîtin HUDA PAR Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya HUDA PARê, di vê hevdîtinê de şerê li Xezeyê û rewşa mirovî ya li Xezeyê hatin gotûbêjkirin.

Îsmaîl Haniye destnîşan kir, “Xeze dê li ber xwe bide” û da zanîn ku alîkariyên mirovî, tedawiya birîndaran û xwepêşandan û boykotên ji bo Xezeyê gelekî girîng in.

Zekeriya Yapicioglu jî ragihand ku ew piştigiriyê didin Hemasê û ew dê çi ji destê wan were ji bo Xezeyê bikin.

Li aliyê din, li ser dem û cihê hevdîtinê ti agahî nehatin dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst