Jinên Yemenê xwê ji ava deryayê berhem tînin

04-02-2022
Loloxan
Jinên Yemenê xwê ji ava deryayê berhem tînin.
Jinên Yemenê xwê ji ava deryayê berhem tînin.
Nîşan Yemen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yemenê beşek ji jinan neçar bûne ku bo debara jiyana xwe bikin, pîşeya bab û bapîrên xwe nûjen bikin ew jê derxistina xwê ji deryayê. jinek dibêje dema xwê tê firotin ew pişka xwe dibin carnan 5 hezar Riyal û carnana 10 hezar e. Di sê mehan de, di navbera 20 heta 30 ton xwê ji aliyê wan jinan ve hatiye derxistin.

Jinên bajarê Mukella li navçeya Hedremewt a Yemenê, li ser peravê deryaya Ereb, li nav van kurtalan xwê berhem tînin û ew kar ji bav û kalên xwe wergirtine.

Şerê navxwe yê Yemenê di 7 salan de aboriya vî welatî jinav biriye. Ew jin neçar bûne bi rêya berhemanîna xwê debara jiyana xwe bikin.

Zekiye Ubeyd akinciya Mukella dibêje, “Em wiha fêr bûne, xwê di bin tîrêjiên rojê de datînin, lê dema baran dibare xwê jinav diçe, carnan me xwê dixist ferdan û dibir malê, lê kêm dihat firotin. Niha bi rêya komeleyê em xwê dixin çewalan û barhilgir wan dibin kargehan û li bazarê ev xwê tê firotin.”

Ew jin tenê 15 rojan kar dikin, piştî 15 rojên din hejmareke jinên din tên û li şûna wan kar dikin, ev jî ji ber derfetên kar bo jinan zêde kêm in.

Zekiye Ubeyd, akinciya Mukella û yek ji wan jinên ku xwê berhem tîne, radigihîne, “Dema berhemê xwê tê firotin em pişka xwe dibin, hinek jin 5 hezar Riyalan werdigirin, û hinek jinên din 10 hezar Riyalan werdigirin, piştre xerciya çûn û hatinê û xwarin û vexwarinê jê tê birin.”

Di dema sê mehan de, di navbera 20 heta 30 ton xwê li vê peravê tê berhemanîn, berhemê xwê di zivistanê de dadikeve û di havînê de zêde dibe.

Xemîs Berûş, Serokê Komeleya Hissi ya Xwê jî ragihand, “Em her telîsekî xwê bi 3 hezar Riyalên Yemenî dikirin. Rewş niha zêde zehmet e, em ji ber bilindbûna nirxan zêde dinalînin, pere li ba me nîni heta ku em heqdestan bidin, xwê bi deyn difiroşin me, dema em xwê difiroşin em heqdestan didin.”

500 jinên Mukella ji bo berhemanîna xwê li vê peravê kar dikin.

Yemen salane nêzîkî 150 hezar ton xwê berhem tîne, herwiha salane jî 18 hezar ton xwê hinardeyî Bulgariya û Çînê dike.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst