Artêşa Tirkiyê çekên giran dişîne ser sînorê Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li ser şandina tank û topan bo ser sînorê Sûriyê berdewam e. Şeva derbasbûyî karwaneke din a leşkerî ku ji tank, top û otomobîlên zirhî pêk dihat di qezaya Îslahiye ya Dîlokê re derbas bû û ber bi sînorê Sûriyê ve ket rê.

Di van rojên dawî de şandina hêza leşkerî û tank û top û alavên din leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bo ser sînor û nav axa Sûriyê zêde bûye.

Herî dawî nêzîkî 10 barhilgirên ku tank û top hilgirtibûn ji qezaya Îslahiyeyê derketin û ber bi qezaya Reyhanlî ya Hatayê ve ketin rê ku hevsînor e ligel Sûriyê.

Ew karwanê leşkerî ku ji tank û top û otomobîlên zirhî pêk tê wek hêza piştrvaniyê bo yekîneyên leşkerî yên Tirkiyê yên li nav axa Sûriyê tên şandin.

Şandina hêza zêde ya leşkerî ji aliyî Tirkiyê ve bo nav axa Sûriyê di demekê de ye ku duh Duşemê 3ê Sibatê hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ketibûn ber topbarana hêzên Sûriyê û di encam de 8 kes ji hêzên Tirkiyê hatibûn kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Li aliyekê din, zêdekirina hejmara leşkeran û çekên giran û bihêzkirina pêgehên xwe li nav sînorê Idlibê ji aliyê Tirkiyê ve di demekê de ye, ku artêşa hikûmeta Sûriyê êrîşeke berfireh bo kontrolkirina tevahiya parêzgeha Idlibê daye destpêkirin û heta niha bajarê Meiret el-Numan û bajarokê Xan Tûmanê û bi dehan gundên derdora wan deveran kontrol kiriye.

Artêşa Sûriyê ku balafirên şer ên Rûsyayê û milîsên ser bi Îranê ve piştgiriya operasyona wê ya li ser Idlibê dikin, niha hewla kontrolkirina bajarê Seraqib dide û tenê 2 kîlometran ji navenda vî bajarî dûr e.