Piştî teqînên li Îranê serdana Reîsî ya Tirkiyeyê hat bipaşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî teqînên li parêzgeha Kirmanê ya Îranê ku zêdeyî 100 kesî tê de canê xwe ji dest da serdana Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê hat bipaşxistin.

Biryar bû roja pênceşemê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di çarçoveya Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê de biçe Enqereyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive.

Lê rojekê berî serdanê li parêzgeha Kirmanê ya Îranê li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê  Qasim Suleymanî lê dihat kirin, 2 teqîn çêbûn.

Di wan teqînan de herî kêm 103 kesan canê xwe ji dest da û 211 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê medyaya fermî ya Îranê ragihand ku serdana Îbrahîm Reîsî ya Tirkiyeyê hatiye bipaşxistin û niha dema wê jî ne diyar e.

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê ji sala 2014an ve di navbera her du welatan de tên kirin.

Civîna herî dawî 18ê Tîrmeha 2022yan bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê li Tehrana hatibû kirin.

Ji wê demê ve dihat pêşbînîkirin ku Reîsî biçe Tirkiyeyê lê ew serdan pêk nedihat û berdewam dihat bipaşxistin.