Serokê Opozîsyona Sûriyê piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re daxuyaniyek da

04-01-2023
RÛDAW
Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit
Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit
Nîşan Opozîsyona Sûriyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re daxuyaniyek da û got, “Helwesta Tirkiyê ya li hember Sûriyê nehatiye guhertin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an li Enqerê bi Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit, Serokê Komîsyona Mizakere ya Suriyê Bedir Camus û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdurrahman Mustafa re civiya.

Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit îro Çarşemê li ser civîna xwe ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re û li ser rojevê daxuyaniyek da.

Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim El-Mislit got, “Helwesteke mezin a Tirkiyê bi gelê Sûriyê re heye, ji destpêka şoreşa wî gelî ve, Tirkiyê pêşwazî li milyonan koçberan kir û di herdemê de, piştgiriya xelkên Sûriyê û dezgehên wan kir. Her wiha ewlehiya wê û ewlehiya gelê wê heye ku ji erkê wê ye wan biparêze.”

Ev civîn her wiha di demekê de ye ku Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskow a paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Salim El-Mislit li ser helwesta Tirkiyê ya li hember Sûriyê anî ziman, “Wan di her hevdîtinekê de, ji me re teqez kiriye û doh jî wan piştgiriya xwe ji bo doza gelê Sûriyê û rijdbûna li ser daxwazên wî, dubare kir, her wiha pabendibûna wan, ji bo piştgiriya Îtîlafê û saziyên wê û piştgiriya pêvajoya siyasî, li gorî biryara 2254 û kar diçarçoveya wê biryarê de. Ti guhertin di helwestan de nîne, ti kesekî jî behsa asayîkirina pêwendiyan yan lihevkirinê nekiriye.”

Salim El-Mislit her wiha anî ziman, “Maf û biryarên dewletan hene lê em jî, prensîpên me yên nîştimanî hene ku berê û hîn jî ji pêşîneyên karên me û karên her kesekî Sûrî yê azad in. Ev yek jî nayê guhertin, û em pêvajoya şoreşê, pêvajoya rûmetê naguherin, ku çendîn rewş bêne guhertin û çendîn helwest hebin û encam jî çawa bin, em jê danagerin. Me pabendî bi çareya siyasî kir, weke bijardeyeke siyasî, li jêr sîbereke navdewletî ya rewa û li gorî biryarên navdewletî yên pêwendîdar, ji wan jî Daxuyaniya Cenevê ya sala 2012an û biyara 2118 û biryara 2254, me danûstandin kirin. Hevpeymanên me jî di wê yekê de piştgiriya me kirin û hîn jî berdewam in.”

Salim El-Mislit diyar kir ku Hikûmeta Sûriyê li gorî Daxuyaniya Cenevê tevnegeriyaye û got, “Tevî derbasbûna deheyekê bi ser vê pabendiyê de, bi proseya siyasî, hêj em bi vê rejîmê re negihîştine tiştekî, ji bilî paşdeketin û hişkbûnê û ne ciddiyetê, ev jî encama danûstandinên dewletan bi vê rejîmê re ye. Ev rejîma xapîner, wê ji navçeyê re, ne cihê ewlehî û aştiyê be. Rejîmek ku rewahiya xwe ji dest daye û kuştin, wêrankirin û koçberkirin kiriye û teror û madeyên hişbir hinarde kiriye wê tiştekî nede.”

Civîna li Moskowê ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de ku piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn, li ba opozisyona Sûriyê bibû cihê nerazîbûnan.

Li bajarê Bab ê bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê ku di bin rêveberiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye roja Înê 30ê Berfanbara 2022a xwepêşandanek li dijî hewlên asayîkirina Tirkiyê û Sûriyeyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst