Sûdan û Behrên jî dîplomatên Îranê derxistin

04-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî Erebistana Siûdî û Behrênê, Sûdan jî dîploatên Îranê şandin welatê wan.

Hikûmeta Behrênê hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Îranê qut kir û mohlet 48 saet da balyoz û dîplomatên Îranê ku ji welatê wê derkevin.

Wezîrê Karûbarên Ragihandin û Parlamentoya Behrênê, Îsa Elhîmadî ragihand: “Encumena Wezîran a Îranê biryar da ku hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Îranê qut bike. Me molet 48 saet da balyoz û dîplomatên Îranê ku ji welatê me derkevin.”

Hikûmeta Erebistana Siûdî 2ê vê mehê mezinê şîeyên Erebistana Siûdî Şêx Nemir Baqir el Nemir û 46 kesên din bi tohmeta “karên terorîstî û xirabkirina asayişa netewî” îdam kirin. Piştî wê bûyerê alozî di navbera Îran û Erebistanê de derket.

Li dijî wê îdamkirinê xwepêşanderan li Tehran a paytexta Îranê êrişî ser avahiya Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê kirin û agir berdana avahiyê.

Duhî Wezîrê Erebistana Siûdiyê Adil Cubeyr ragihand ku, welatê wî biryar daye hemû pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamiya Îranê re bisekinîne.

Piştî Behrîn û Erebistanê, Sûdan jî nerazîbûna xwe li hember Îranê nîşan da û wê jî 48 saet mohlet da balyoz û dîplomatên Îranê ku ji Xertûmê derkevin.

Serokatiya Sûdanê îro di daxuyaniyekê de derxistina balyozê Îran ji welatê xwe ragihand, ji ber ku li Îranê êriş çû ser Balyozxaneya Erebistana Siûdî.

Sûdan, jibilî derxistina dîplomatên Îranê ji welatê xwe, dê dîplomatên xwe ji Îranê vekişîne.

Serokatiya Sûdanê destêwerdana Îranê di karûbarê navçeyê de şermezar kir. Herwiha piştevaniya xwe bo Şahê Erebistanê li dijî terorê nîşan da.

Îmarat jî îro biryar da ku pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ligel Îranê kêm bike.

Sedema ku Îmarat jî balyoz û dîplomatên Îranê bi yekcarî venekişandiye, vedigere bo pêwendiyên aborî yên di navbera herdu welatan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst