‘Putîn ji Erdogan xwest ku bi lez dawî li êrişên li Sûriyeyê bîne’

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erdogan Putîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîmlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan xwestiye ku bi lez dawî li êrişên li Sûriyeyê bîne.”

Serokê Rûsyayê Vlademir Putîn bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi telefonê axivî.

Krîmlînê û Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê wê pêwendiya telefonî de daxuyaniyên cuda dan.

Li gor daxuyaniya Serokkatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê di axaftinê de têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê û rûdanên dawî yên li Sûriyeyê, mijarên navneteweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan di axaftin de destnîşan kir ku Tirkiye ji aliyekî ve piştgiriyê dide yekîtiya axa Sûriyeyê û ji aliyên din va ji bo li Sûriyeyê çareseriya mayînde û adil hewl dide.

Li gorî daxuyaniya Erdogan diyar kir ku di rûdanên li Sûriyeyê de mijara herî girîng ew e ku sivîl zererê nebînin, Sûriye divê nebe çavkaniya bêîstiqrariyên mezintir, Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê aramî pêk bê çi ji destan tê dike.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putîn tekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina êrişên komên radîkal ên li dijî hikûmeta Sûriyeyê kir.

“Divê Enqere derfetên xwe bi kar bîne”

Putîn her wiha bal kişand ser girîngiya piştgirîkirina şerê Sûriyê li dijî komên neqanûnî û got:

“Divê piştgiriyeke tam ji hewldanên rayedarên qanûnî re ji bo vegerandina aramî û nîzama destûrî li seranserê welêt bê dayîn û divê Enqere derfetên xwe yên li herêmê bi kar bîne.”

Kremlînê diyar kir ku lîderan banga xurtkirina hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê kir û wan ji bo asayîkirina rewşa Sûriyeyê bal kişand ser girîngiya hevahengiya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de.

Putîn û Erdogan jî diyar kir ku ji bo ji krîzê dûr bikevin dê bi hev re gavên din bavêjin.

Rûsya ji sala 2015an ve bi midaxeleya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bûye û piştgiriya Beşar Esed dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst