Erdogan û Sûdanî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Sûdanî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Erdogan di axaftinê de diyar kir ku pêşaniya Tirkiyeyê ew e ku sikûneta li dersînorên wê bê parastin û zerer negihije xelkê sivîl.

Erdogan got ku ji bo yekîtî û tevahiya axa Sûriyeyê girîngî tê nîşandan, di vê mijarê de ew jî wekî Îraqê difikirin.

Erdogan her wiha destnîşan kir ku ji bo rewş hin jî xerabtir nebe divê hikûmeta Sûriyeyê angajeyî pêvajoyeke siyasî ya rastîn bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê di heman demê de destnîşan kir ku Tirkiye dê li dijî PKKyê êrişên xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst