Parastina Sivîlan a Xezeyê: Bi hezaran kuştî di binê kavilan de ne

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Kuştî Kavil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekeya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand, di binê avahiyên ku bi êrişên Îsraîlê kavil bûn de bi sedan kuştî hene.

Parastiyan Sivîlan a Xezeya herwiha dibêje, ji ber ku bombebaran bê navber dewam dikin û ekîpman têrê nakin, cesed nayên derxistin.

Wezareta Karên Navxweyî ya Xezeyê daxuyaniya nivîskî da û cih da gotinên Berdevkê Yekeya Parastina Sivîlan Mehmûd Basal.

Mehmûd Basal diyar kir ku Îsraîl ji 7ê Çiriya Pêşînê ve ekîbên parastina sivîlan dike hedef.

Basal got, "Bi hezaran şehîd hîn di binê kavilan de ne û em nikarin wan derxin. Gelek kêmasiyên me hene.

Em nikarin xwe bigihînin cesedên binê kavilan ên li bakurê Xezeyê."

Basal bangewaziya xwe dubare kir ku ji bo ekîbên parastina sivîlan ên li Xezeyê piştgirî were dayîn û got:

"Ekîbên me timî bûn hedefa bombebaranên Îsraîlê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst