Balyozê Rûsya: Em naxwazin rewşa Sûriyê xirabtir bibe

03-11-2021
Liv û tevgera serbazî ya Rûsya li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
Liv û tevgera serbazî ya Rûsya li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê rewşa sûryê û gefên Tirkyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kuatrashev ji Rûdawê re raghand, ku ew herdû alî naxwazin niha rewşa Sûriyê xrabtir bibe, lê gelek mjarên nakok jî ,di navbera wan de hene.

Roj bi roj gefên Tirkiyê derbarê egera encamdana operasyoneke din li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, bêhtir û tundtir dibin.

Lê hebûna hêzên Rûsî weke hevpeyman û piştgira sereke ji hikûmeta Sûriyê re, yek ji astengiyên zehmet e li pêşiya gaveke wiha ya Tirkiyê, bi taybetî piştî ku Rûsya firokeyên xwe yên şer gihandine bajarê Qamişlo û li navçeyên Rojavayê Kurdistanê manorên ezmanî bi hevbeşî ligel hêzên hikûmeta Sûriyê, encam didin.

Di vê derbarê de, Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kuatrashev, di hevpeyvîneke taybet de, ji Rûdawê re behsa helwesta welatê xwe kir, ku ew li dijî destêwerdanên derekî ne.

Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kuatrashev dibêje: “Tiştê ku em herdu li ser hevnerîn in, ew e ku em naxwazin rewşa niha ya Sûriyê xirabtir bibe, tevî wê yekê jî, em li ser gelek mijaran nakok in. Lê em di hevnerîn in ku pêwîst e em hevahengiyê bikin. Hevahengiya me ligel Tirkiyê berhemdar û serkeftî bû û bi başî diçe. Baş e, dibe bi niyaz be, helwesta me texmînkirinî ye, ne girîng e li kûderê rû bide, li Sûriye, yan Iraq û yan welatên din, em li dijî destêwerdana derekî ne.”

Her li ser egera encamdana operasyonekê ji aliyê Tirkiyê ve, li dijî bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, balyozê Rûsyayê li Iraqê, eşkere kir ku ew hem hewlan didin ku wê gava Tirkiyê rawestînin û ew operasyona ku tê behskirin, bi metirsî dibînin.

Elbrus Kutrashe got jî: “Di vê derbarê de, em hemû hewlan didin ligel aliyên din, ji bo ku wê rawestîne, ji ber ku em wê gelekî bi metirsî dibînin. Ajandaya Tirkiyê heye, em di vê yekê de digihêjin, li ser çend astan pêwandiya me heye, leşkerî, siyasî û istixbaratî, bê guman, rewşa meydanî ya Sûriyê aloz e, lê ji aliyê hevahengî ve, têgihiştina me ya baş ligel Tirkiyê heye, girîng e nîşanê bi wê yekê bidim ku nakokiyên me ligel wê hene, lê hevtêgihişti jî heye, ez wiha dibêjim ji bo ku axaftinên min weke dijayetiya Tirkiyê neyêne dîtin, ji ber ku ne bi vî awayî ye.”

Tirkiye û Rûsya du welatên xwedî bandor in li ser rewşa Sûriyê.

Rûsya ji aliyekî ve di piştgiriya hevpeymana xwe de brdewam e, ku hikûmeta Sûriyê ye, ji aliyekî din ve, dixwaze pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê baştir û xurtir bike. Paşeroja nêzîk a Sûriyê jî, helwesta Rûsyayê derbarê herdu welatan eşkeretir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst