Rojnamegerê lêkolîner Levent Kemal dibêje Rûsyayê ji Tirkiyê re derxistina HSDêm ji Kobanî pêşniyar kiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê lêkolîner Levent Kemal ragihand ku danûstandinên Rûsya û Tirkiyê yên li ser rewşa Kobanî, ku di demekê de ye egera wê yekê heye Tirkiyê êrişekê bibe ser herêmê, biryara dawî dê di civîna Erdogan û Putîn de bê dayîn.
Di van demên dawî de ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve, gefa êrişeke bibe ser navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de tê xwarin.
Piraniya herêmên ku Tirkiye dixwaze bikeve, ne di bin kontrola Amerîkayê de ne û hêzên wê li wan herêman nîne, lê di bin kontrola HSD û Rûsyayê de ne.
Rojnameger Levent Kemal, bal kişand ser danûstandinê têkildarî "Kobanî-Idlib" û diyar kir ku di danûstandinê Tirkiye û Rûsyayê de pêşniyara “derxistina HSDê ji Kobanî” rasterast ji aliyê Rûsyayê hate û danûstendin hê jî li ser mijarê vê mijarê berdewam in.
Levent Kemal, diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku ji ber girîngiya sembolîk a di têkoşîna li dijî DAIŞê de li Kobanî operasyonek bi hêsanî nayê kirin û got ku ew hêvî nake ku di demeke kurt de li Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê operasyonek pêk were.
Kemal, têkildarî di "danûstandinên Kobanî" de Tirkiye û Rûsyayê li ser kîjan mijaran diaxivin wiha got: “Pêşniyar a Rûsyayê bûye. Em dizanin ku Tirkiye piştî ku diyar kir ew dê dest bi operasyonekê bike û fikarên xwe yên li ser Til Rifat anî ziman, danûstandinan dest pê kir. Em dizanin ku piştî destpêkirina van danûstandinan, li ser Til Rifat û Kobanî jî danûstandinan dest pê kir. Her wiha em dizanin ku behsa herêma Malikî jî tê kirin. Ev pêşniryara Tirkiyê nebûye. Danûstandin li ser Til Rifat, Malikî û Qamişlo jî hebûn lê ez dibêjin ew niha ji rojevê derketine. Danûstandin berdewam in, pêvajoyek qedandî û qebûlkirî nîne.”
“Ti metneke lihevkirin ser hebe nîne”
Bi gotina Kemal her kes di wê baweriyê de ku danûstandin qedayî ne û aliyan li hev kirine, lê tişteke bi wî rengî nîne û got: “Li beramberî Îdlib dê Kobanî bê dayîn? Ez wisa nafikirim. Ji ber ku Kobanî cihekî sembolîk, girîngiyeke siyasî ya mezin heye. Ez bawer nakim ku lihevkirinek wisa çêbibe, ji ber ku ne tenê ji bo Rûsya û Kurdên Sûriyê, herwiha ji bo şerê li dijî DAIŞê jî cihekî sembolîk e. Tişta ku Rûs dixwazin bikin ew e ku Tirkiye ber bi vî alî ve vekişîne. Rûs hinek pêşniyarên dike ku Tirkiyê bîne beramberê Amerîkayê. Bi qasî ku ez dikarim bibêjim, her tişt girêdayî hevdîtina Erdogan û Putîn e. Ez dibêjim bi qasî ku min fêm kirî wate, li gor tiştên min bihîstî ew e dê êdî di asta jêrîn de civîn çênebin. Bê guman, çavkanî qet li ser wê bi zelalî nabêjin erê an na.”
"Amerîka tiştekî teqez nabêje"
Li ser pirsa Tirkiye dê tevî Amerîkayê operasyonê bike yan na Kemal wiha got: “Duh Berdevkê Pentagonê nexwest derbarê mijarê de biaxive. Di rewşa asayî de eger glûpa kesk pênexistibin û li dij derkevin, rasterast dibêjin. Duh ev pirs ji Berdevkê Pentagonê kirn, lê wî bi başî bersiv neda. Herêmên ku Tirkiye dike hedef, Amerîka lê nîne, ew di sala 2019an de jê vekişiyaye. Li vir muxatab Rûsya ye. Eger Tirkiye li herêma Malîkiye ya ku baregehên Amerîkayê lê ne, operasyonek pêk neyne, dibe dengê xwe dernexîne. Ji ber ku ev yek kerî Amerîkiyan jî tê. Amerîka dê bibêje 'Binerin, Rûsya nikare we biparêze'. Ji ber ku stratejiya nû ya Amerîkayê li dijî Rûsya û Çînê ye, ew dixwaze ku Rûsya li Sûriyê bikeve nav aloziyan, lê ez nizanim li vir hesabên çawa tê kirin û dê derdikevin pêş, ez tenê tiştên ku min wek rojnamevan dixwînim dibêjim.”
“Tişta ku dibe li YPGê dibe”
Kemal anî ziman ku di vê demê de ya herî dezavantajê YPG ye û got, “YPGê di dema xwe de ji ber ku kadroyên PKKê ji nav xwe dernexist, bi Tirkiyeyê re derfeta li hev kirinê ji dest da, lê eger wê bike dîsa jî şansê lihevkirina bi Tirkiyeyê re heye.”
Levent Kemal amaje bi wê yekê kir ku “tişta li vir dibe, li YPGê dibe” û got: “Bi nêrîna min, eger YPG kadroyên PKKê ji nav xwe der bikiriua, dikaribû bi hêsanî li hev bikira, lê ew şan niha nîne. Ji ber vê yekê ya ku diqewime li YPGê dibe. Niha ew di navbera Tirkiye, Rûsya û rejîmê de mane. Amerîka jixwe dibêje ew dê ji Rojhilata Navîn derkeve. Wate stratejiya wê hate guhertin. Ji ber vê yekê eger ez li şûna YPGê bûma, ez dê li rêyekê bigeriyam ku bi Tirkiyê re rûnim û biaxivim. Dema ku nîşaneya kadroyên PKKê bi temamî ji holê hatine rakirin, Erdogan lîderekî keysbaz e, îro tiştekê dibêje sibe dikare tişteke din bibêje.
Rojnamegerê lêkolîner herwiha tekez kir ku ev ne pirsgirêkek e ku bi leşkerî bê çareserkirin û wiha pê de çû: “Ez bawer nakim ku di demek kurt de operasyonek be. Rewşa Tirkiyeyê ya aborî û siyasî, têkiliyên dîplomatîk ên herêmî, ev hemû diyar in. Hevsengiyên meydanî yên li Sûriyeyê di holê de ne. Tirkiye dixwaze hinekî din zextê li Rûsyayê bike ku têkiliya di navbera wê û YPGê de hinekî xera bike. Artêşa Tirkiyê ji bo encamdana operasyonê amade ye, lê ji bo vê yek rewşa siyasî û aborî ne guncaw e. Vê carê ji carên pêştir axavtineke zêde tund nîne. Dibe ku ew sê hewl bidin bi rêyên dîplomasî çareser bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse