Berpirsê Hizbulahê: Pêwîstiya me bi çekdarên welatên din nîne

1 demjimêr berê
Nîşan Hesen Nasralah Artêşa Îsraîlê Hizbulaha Libnanê Îsraîl Îraq Xalib Ebû Zeyneb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtbûroya Siyasî ya Hizbulahê Ebû Zeyneb diyar kir ku ji bo şerê li dijî Artêşa Îsraîlê pêwîstiya Hizbulahê bi çekdarên welatên din nîne.

Xalib Ebû Zeynep amaje bi wê yekê kir ku Hizbulaha Libnanê ji bo her rewşê amade ye.

Xalib Ebû Zeyneb bû mêvanê bultena saet 14:00an a Rûdawê û bersiv da pirsên Pêşkêşkarê Rûdawê Zana Kayanî.

Xalib Ebû Zeyneb diyar kir ku Artêşa Îsraîlê li başûrê Libnanê amadehiya pêkanîna operasyona bejayî dike û hewl dide beşeke mezin ji xelkê Libnanê koçber bibe.

Xalib Ebû Zeyneb tekez kir ku Artêşa Îsraîlê ber bi sînorên Libnanê ve pêşde diçe û Hizbulah jî amade ye bersiva vê operasyona Îsraîlê bide.

Xalib Ebû Zeyneb di berdewamiyê de îdia kir ku ji ber şer û pevçûnên li herêmên sînorî Îsraîlê derbeyên giran xwarine.

Li gorî gotina Xalib Ebû Zeynep, di pevçûnên dawî de 8 leşkerên Îsraîlê mirine û 50 leşkerên wê jî birîndar bûne.

Xalib Ebû Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de li ser kuştina Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah jî axivî.

Berpirsê Hizbulahê Xalib Ebû Zeyneb diyar kir ku kuştina Nasralah mijareke mezin e û nayê paşguhkirin.

Xalib Ebû Zeyneb Nasralah wekî “sembola berxwedanê ya mezin” bi nav kir û wiha berdewam kir:

“Tevî hemû êş û azaran moralê Hizbulahê ne baş bû û berovajî wê jî îradeya berxwedanê mezintir bû.

Artêşa Îsraîlê nikare bikeve Libnanê û dê di vî şerî de bi ser nekeve.”

“Pêwîstiya me bi şervanan nîne”

Xalib Ebû Zeyneb li ser îdiayên veguhastina çekdarên Îraqî ji bo Libnanê jî axivî û da zanîn pêwîstiya Hizbulahê bi şervanên welatên din nîne û Hizbulah xwedî tecrûbeya şer e.

Li gorî gotina Ebû Zeynep, Hizbulaha Libnanê planeke berfireh a parastinê amade kiriye.

Her wiha Xalib Ebû Zeyneb bal kişand ser wê yekê ku wan destwerdan di karûbarên navxweyî yên Îraqê de nekiriye û dema pêwîst bike dê hikûmeta Îraqê û Hizbulahê erkên bînin cih.

Xalib Ebû Zeyneb di dawiya axaftina xwe de spasiya Îraqiyan ji kir û wiha berdewam kir:

“Ji ber hemû tiştên ku pêşkêşî me kirine, em spasiya birayên xwe yên Îraqî, hikûmet û dewleta Îraqê dikin. Îraqê ti carî gelê Libnanê bi tenê nehişt.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst