Keştiya Îdrîsê Bedlîsî bûye pireke bazirganiyê

03-10-2023
RÛDAW
Gola Wanê ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye-Îran û Asyayê de bûye pireke girîng
Gola Wanê ji bo bazirganiya di navbera Tirkiye-Îran û Asyayê de bûye pireke girîng
Nîşan Gola Wanê Keştiya Îdrîsê Bedlîsî Foruma Bazirganiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, ferîbota bi navê "Îdrîsê Bedlîsî" di navbera Tirkiye-Îran û Asya Navîn de bûye pireke bazirganî.

Barên ku ji bajarên Tirkiyeyê bi rêya trenê digihêjin navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, ji wê derê li keştiyan têne barkirin û diçin Wanê.

Piştre dîsa bi trenê dişînin Îran û welatên Asya Navîn. Berê ev bar bi rêya 4 keştiyan dihate veguhestin, niha ew tenê bi keştiyekê vediguhêzin.

Berê 15-20 rojan dirêj dikir niha di 3 heta 5 rojan de derbasî aliyê din dikin.

ferîbota bi navê "Îdrîsê Bedlîsî" li ser Gola Wanê di navbera Tirkiye-Îran û Asya Navîn de bûye pireke bazirganî.

Rêveberê Kargeha Perava Gola Wanê Coşkun Gunduz got:

“Barê ku berê 4 keştiyan vediguhest niha em tenê bi keştiyekê vediguhezin. Di nav de 4 rê hene ku her yek 125 metre ye, bi giştî dikare bi dirêjahiya 500 metreyan konteyneran veguhezîne.”

Barên ku digihêjin perava Gola Wanê ya li Tetwanê bêyî ku demeke dirêj rawestin dişînin Wanê.

Coşkun Gunduz herwiha got, “Pêştir barê ku 15-20 rojan radiwestiya niha di navbera 3-5 rojan de derbasî aliyê din dibe. Eger bar gelekî zêde be jî herî zêde di nav hefteyekê de ji aliyê din re tê şandin.”

Li Gola Wanê ji bo veguhastina bazirganiyê du keştiyên mezin tên bikaranîn ku her yek li ser 7 qatan e û dirêjahiya wan 135 metre û firehiya wan 24 metre ye.

Her yek bi carekê de dikare 2 hezar ton bar veguheze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst