Lavrov bangî Kurdan kiribû: Îlham Ehmedê bersiv dayê!

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bersiv da Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

Sergey Lavrov bangî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, “Pişta xwe bi Amerîkayê qewîn mekin.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bersiv da Lavrov û got:

“Axaftina Lavrov deriyên çareseriyê venake û aloziyan zêde dike. Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin.”

Sergey Lavrov gotibû ku li Rojavayê Kurdistanê armanca Amerîkayê petrol û gaz in û wiha axivîbû:

“Amerîkayê şiya Kurdên Sûriyeyê bikişîne nav lîstikên xwe lê armanca wî welatî tenê petrol û gaz in, ne Kurd.”

“Niyeta me nîne ku em Sûriyeyê parçe bikin”

Îlham Ehmedê ev axaftinên Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê ji El Hedesê re nirxandin.

Ehmedê diyar kir, “Ti niyeta me tune ku em Sûriyeyê parçe bikin” û da zanîn ku Şam bi Kurdan re diyalogê danayne.

“Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin”

Îlham Ehmedê bi rêya El Hedesê ev peyam dan:

  • Şam nêzîkî diyaloga bi me re û çareseriya siyasî nabe
  • Tawanbarkirina me bi “serîçemandina li ber xwestekên Amerîkayê” nayê qebûlkirin
  • Şam li dûv rêyên diyaloga bi Tirkiyeyê re digere û diyaloga bi me re red dike
  • Rûsya bi temamî ji niyetên me yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê haydar e
  • Em pişta xwe bi hêza xwe qewîn dikin û pêwendiya me ya bi Washingtonê re li gorî esasên têkoşîna bi terorê re ye
  • Çareseriya esasî ya siyasî dê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derxe
  • Gefên Tirkiyeyê yên li ser bakurrojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin