Hakan Fîdan derbarê rewşa Kerkûkê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan derbarê bûyerên Kerkûkê ragihand ku ew bi xemgînî bûyerên li bajêr dişopînin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê  Hakan Fîdan li Tehranê bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Huseyn Emir Ebullahiyan civiya û li wir daxuyanî da.

Hakan Fîdan derbarê rewşa bajrê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê axivî.

Hakan Fîdan got, “Em bûyerên li Kekûkê bi xemgînî û fikar dişopînin ku ew welatê Tirkmenan e.”

Fîdan diyar kir ku aramî û ewlehiya li Kerkûkê tesîrê li ser aramî û ewlehiya tevahiya Îraqê dike û got:

“Em Kerkûkê wek sembola çanda jiyana hevpar a bi hev re ya di nav aştiyê de dibînin."

Fîdan herwiha îdia kir ku hêza PKKyê li Kerkûkê zêde bûye û bangî rayedarên Îraqî kir:

“Hebûna PKKyê di van demên dawiyê de li bajrê (Kerkûkê” zêde bûye û em ji meqamên Îraqê daxwazin ku bilez dawiyê li wê hebûnê bîne.”

Bûyerên li Kerkûkê

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, doh Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Polîsê Kerkûkê ragihand ku heta niha 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêya Hewlêr û Kerkûkê jî bi fermî hatiye vekirin û hemû kelûpelên ku rê pê girtibûn hatin rakirin.