Yekîtiya Ewropa ji bo naskirina hikûmetê merc danîn ber Talîbanê

03-09-2021
RÛDAW
Nîşan Josep Borrell Yekîtiya Ewropa Talîban Efxanistan Kabul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên Yekîtiya Ewropayê komelek merc danîn ber Tevgera Talîbanê û li hember cîbicîkirina wan jî YE amadebûna xwe nîşan dide ku peywendiyê li gel wê hikûmetê dayne ku Talîban pêk tîne. Rêzgirtina li mafên mirovan û serweriya yasa, du mercên sereke yên YEyê ne.

Piştî ketina Kabula paytext di meha derbasbûyî de û bidestxistina desthilatê ji aliyê Talîbanê ve, nûnerên welatên Yekîtiya Ewropa, Efxanistan  bicî hiştin, lê xwezyarên hevahengiyê ne li gel Talîbanê.

Yekîtiya Ewropa fokusê dixe ser wê ku xaleke derketinê ya aram bo wan Efxaniyan bê garantîkirin ku li gel rêxistin û hêzên navdewletî kar kirine û niha li Efxanistanê ne.

Berpirsê Siyaseta Derve ya YE Josep Borrel, piştî kombûna li gel wezîrên derve yên wê hevpeymaniyê ku li Slovenyayê birêve çû, ragihand, “Tişta zelal ew e ku pêşeroja Efxanistanê wek pirseke sereke ya me dimîne.”

Borrel got jî, “Ji bo ku niyaza Talîbanê diyar bibe, çend nirxandinên me dê hebin, ji wan jî; mafên mirovan, serweriya yasa û azadiya medyayê.”

Wezîrên derve yên YE, tekezî li ser pêwîstiya hevahengiya li gel cîranên Efxanistanê jî kirin.

Derbarê rewşa li nava Efxanistanê jî Borrel got, YE, fokusê dixe ser “koçkirina xelkê ji Efxanistanê, rêgirtin li belavbûna terorê, şerkirin li dijî tawanên rêkxistî, ji wan jî bazirganiya bi maddeyên hişber û bazirganiya bi mirovan.”

Wezîrê Derve yê Slovenyayê Anže Logar jî ku niha welatê wî serkirdayetiya Ewropayê dike, got, “Ev şêwazê hevahengiyê, alîkariyê ji bo rêgirtina li pêla koçberan dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst