MIRINA ALAN – Ew qaçaxçî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin, ew qaçaxçiyên ku xwastibûn Alan Kurdî yê 3 salî û malbata wî bi rêya deryayê derbasî Yûnanistanê bikin, hatin girtin.

 

Li gor agahiyan, hêzên elwehiyê yên Tirkiyeyê ew kesên ku pêwendî bi xeniqîna Alan Kurdî û 11 kesên din girtin.

 

Hat zanîn, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê derbarê wê bpyerê de 14 kes girtin û lêkolîn ligel wan dest pê kiriye.

 

Her îro 3ê Îlonê Parlamenterê Partiya Komariya Gel (CHP) Sezgin Tanrikoglu bûyera qulibîna belema koçberan û xeniqîna Alan Kurdî yê 3 salî ku ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye, kire rojeve siyaseta Tirkiyeyê.

 

Sezgin Tanrikoglu di nameyekê ku arasteyê Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir, çend pirsyar li Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu kir û ji wî pirsî: “Gelo kê berpirsyar e li hember wan bûyerên dilhejîn ku li seranserê Tirkiyeyê diqewimin?”

 

Roja 2ê Îlonê Alan Kurdî û malbata wî di deryaya Spî de xeniqîn, dema ku xwastibûn bi belemekê ji Tirkiyeyê vex we bigihînin Yûnanistanê. Cenazeyê Alan Kurdî yê 3 salî ku ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kudistanê ye, duh danê sibehî cenazeyê wî li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hat dîtin û dîmenên cenazeyê wî li cîhanê dengvedanek mezin çêkir.