Tirkiyê êrîşî Şehba, Til Rifet û Minbicê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve navenda bajarokê Til Rifet, û hejmarek gundên herdu herêmên Şehba û Minbicê bi dijwarî topbaran kirin. Artêşa Tirkiyê herwiha navendeke leşkerên Sûriyê li navenda bajarokê Til Rifetê bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve roja Yekşembiyê navenda Til Rifet û 2 gundên wê bombebaran û topbaran kirin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve zêdetirî 50 gulleyên topban li gundên Bîloniye û Eyn Deqne ketin.

Herweha Tirkiyê bi dronekê navendeke artêşa Sûriyê li navenda bajarokê Til Rifet bombebaran kir.

Di encama wê êrîşê de 2 serbazên Sûriyê birîndar bûne.

Herweha vê sibehê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundên Hisacik û Um El-Qura yên herêma Şehbayê topbaran kirin, di encam de hejmareke pezên welatiyan mirar bûn.

Piştî topbarana navenda hêzên Hikûmeta Sûriyê ji aliyê droneek Tirkiyê ve, hêzên Rûsyayê seredana wê navendê kirin û ji nêzîk ve rewşa navçeyê şopandin.

Artêşa Tirkiyê 4 gund li Minbic topbaran kirin

Li aliyekî din Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar îro serê sibê gundên Um Edese, Um Cilûd, Bak Wêran li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Di daxuyaniya Encûmena Leşkerî ya Minbicê de hatiye gotin ku 15 gulleyên topan li wan gundan ketine xwarê, lê ti zirarên canî nebûne.

Duh jî artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê gundê Cerad yê Minbicê topbaran kiribûn, di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Xalid yê 23 salî hatibû kuştin.