Helîkopterên Rûsyayê li esmanê Minbicê difirin û Moskow hişyariyê dide Enqerê

Hewlêr (Rûdaw) - Çend helîkopterên Rûsyayê li asmanê navçeya Minbicê ya bakurê Sûriyê difirin, ew jî piştî gefên Tirkiyê bo pêkanîna operasyoneke serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, ku Erdogan li pêş parlemantoya welatê xwe ragihandibû. Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî dibêje, divê Enqere xwe ji wan kiryaran dûr bike ku rewşa Sûriyê têk didin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan gefên xwe bo lidarxistina operasyoneke nû ya leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dubare dike û herî dawî ragihandiye, Em diçin nav qonaxeke nû ya taybet bi damezrandina navçeyeke aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorê başûrê me. Em dê Til Rifat û Minbicê ji terorîstan paqij dikin.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nexşeya dabeşkirina hêzan bi vî awayî ye:

-Navçeya zer di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) de ye

-Navçeya şîn di bin dagîrkariya artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ne

-Navçeya kesk di bin destê grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyê ne

-Navçeya sor jî di bin kontrola artêşa Sûriyê de ye

Tirkiye dixwaze bi rêya vê operasyona çavrêkirî Cerablusê bigihîne Minbicê û Efrînê bi Til Rifetê girêbide.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokjratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di twîtekê de ragihand, “Em ji ber gefên nû yên Tirkiyê dilgiran in, ku metirsiyeke mezin dixin ser bakurê Sûriyê. Her êrîşek bê kirin, Sûriyan dabeş dike, krîzeke nû ya mirovî çêdike û akinciyên resen û koçberan derbider dike. Herwiha aloziyeke nû û bandoreke nerênî li ser şerê dijî DAIŞê çêdike.”

Plana Erdogan bo êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê bûye sedema nerazîbûn û dilgiraniya Moskowê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova dibêje, “Em bi hêvî ne Enqere xwe dûrî wan karan bike ku dibe bibin sedema têkçûna ew rewşa hestyar û zehmet ku niha li Sûriyê heye. – tevgerek bi vî awayî  bê razîbûna hikûmeta rewa ya komara Erebî ya Sûriyê dibe binpêkariyeke rasterast dijî serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û dibe sedema zêdebûna aloziyan li Sûriyê.”

Berê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hişyarî daye Enqere.

Antony Blinken gotibû, “Heman dilgiranî li ba me jî heye, ku her êrîşek nû dibe ku aramiya navçeyê jinav bibe û derfetê jî bide xirabkaran ku sûdê jê bibînin, em bi awayekî bibandor li gel hevbeşên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê berdewam dibin, û em naxwazin ti tiştekî bibînin gefê li wan hewlan bike ku kirine DAIŞ di wê sendoqê de bimînin.”

Mertala Feratê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê 3 operasyonên serbazî ne ku Tirkiye di 2016an, 2018an û 2019an de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê pêk anîne bajar û navçeyên Cerablus, Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Sipî û çend navçeyên din li derdora wan dagîr kirine.