Kurê serokwezîrê Îranê sîxurî ji bo CIA û MOSSADê kiriye

03-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Kurê Şapur Bextiyar, Cihan Şah Bextiyar li ser serpêhatiya xwe ya ligel CIA û MOSSADê pirtûkek bi navê (Ez, Îranî, bûme sîxurê CIA û MOSSADê) nivîsî ye û tê de dibêje ku ew ji bo tolhildanê bûye sîxur.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Cîhan Şah Bextiyar bi xwe ve ji bo kanala Frensî Europe 1 hatiye dayîn, bavê wî Şapûr Bextiyar yê ku di serdema Mihemmed Şah Pehlewî de serokwezîr bû, ji aliyê endamê istîxbarata Îranê Elî Vekîlî ve hatiye kuştin, ji ber vê yekê wî jî ji bo tolhildanê xizmeta CIA û MOSSAD kiriye.

Cîhan Bextiyar dide zanîn ku wî di 40 saliya xwe de biryar daye ku pêwendiyê ligel CIA û MOSSADê deyne û ligel wan kar bike û dibêje ku wî roleke berbiçav di şerê sar yê navbera Amerîka, Îran û Îsraîlê de lîstiye.

Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku wî xwestiye bi hevkariya ligel van her du rêxistinên istîxbaratî ziyanê bigihîne xebata Îranê ya meyandina Uranyûmê.

Cîhan Şah Bextiyar di nava gotinên xwe de balê dikşîne ser wê yekê ku berî kimyagerên îranî werin kuştin ew jê agahdar dibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst