Çavuşoglu mercê vekişandina leşkerên Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê eşkere kir

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Sûriye Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê civîna wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê de got: “Berî hilbijartinan egera civîna di asta wezîran de heye. Dibe ku civîna di asta wezîran de 10ê Gulanê bê kirin.” Çavuşoglu herwiha got ku  piştî aramî bê dabînkirin dê leşkerên me ji Sûriyê vekişin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê peywendiyên Tirkiye û Sûriyê de ji televîzyoneke welatê xwe re axivî. Çavuşoglu li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyê dibêje, Komîsyona Destûrê hatiye avakirin û 8 civîn hatin kirin, lê ti encamek derneketiye.

Çavuşoglu got: “Divê ji vê derê encam bê wergirtin. Divê bi hev re tekoşîna dijî rêxistinên terorê bê kirin. DAIŞ û YPG dixwazin Sûriyê parçe bikin. Çavê me ne li axa Sûriyê ye.”

Çavuşoglu mercê vekişandina leşkerên Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê eşkere kir û got: “Ji aliyê din ve divê welatiyên Sûriyê bi awayekî ewle vegerin û bê kontrolkirin. Piştî aramî bê dabînkirin dê leşker vekişin. Eger na dê valahî ji aliyê rêxistinên terorê ve bê tijîkirin. Opozîsyon jî dibêje em dê ji van deran vekişin. Rîska wê heye ku ev der bibe korîdora terorê. Vekişîna me nayê wê wateyê ku dê rejîma Sûriyê van deran kontrol bike. Eger em vekişin dê şerên cidî çêbibin. Di rewşeke wiha ne diyar de, dê hejmareke zêde ya koçberan bên ser sînorên Tirkiyê. Gotinên opozîsyonê jî bi risk in û nêrîna rejîma Sûriyê ku dibêje bila Tirkiye vekişe em dê piştre biaxivin jî ne nêrîneke rast e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst