Serokkomarê Îranê bi serdanekê li Sûriyê ye

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Îbrahîm Reîsî Sûriye Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm îro bi serdaneke du rojî gihîşt paytexta Sûriyê bajarê Şamê û dê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro di saetên sibehê de tevî şandekê gihîşt Balafirxaneya Şamê ya Navneteweyî û ji aliyê Wezîrê Aborî û Bazirganî yê Sûriyê Mihemed Samir El-Xelîl û Balyozê Îranê yê li Şamê ve hat pêşwazîkirin.

Di wê serdanê de şandeke pilebilind bi Serokkomarê Îranê re çûne Sûriyê. Şanda Îranê ji Wezîrê Derve Hisên Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê Rê û Bajarvaniyê Mêhrdad Bezrpaş, Wezîrê Petrolê Cevad Ocî, Wezîrê Berevaniyê Emîr Mihemedriza Aştiyanî, Wezîrê Gihandinê û Teknolojiya Gihandinê Îsa Zarihpûr, Berpirsê Ofîa Serokkomariyê Xulamhisên Îsmaîlî û Cîgirê Karûbarên Siyasî yê Serokkomariyê Mihemed Cemşîdî pêktê.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, serdana Reîsî bo Sûriyê dê du rojan dom bike û dê bi rayedarên Sûrî re bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên herdu welatan di hemû waran de gotûbêj bike.

Îbrahîm Reîsî herwiha dê di civîna hevbeş a bazirganên Îran û Sûriyê de beşdar bibe.

Li gor IRNAyê, di wê serdanê de dê 10 rêkeftin di navbera her du welatan de bên îmzekirin.

Piştî 13 salan ev yekemîn serdana serokkomarekî Îranê bo Sûriyê ye.

Pêştir hatibû gotin ku Serokkomarê Îranê dê di çarçoveya vê serdana xwe de serdana bajarê Helebê li bakurê Sûriyê jî bike, lê belê du roj berî niha Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Balafirxaneya Helebê kir û ji ber êrîşê balafirxane ji kar ket. Piştî wê yekê nayê zanîn ka ew serdan dê were kirin an na.

Îran hevpeymanê sereke yê Sûriyê ye û ji sala 2011an û dema destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê ve li hember êrîşên grûpên opozîsyonê çi ji dest hat kiriye ji bo alîkariya artêşa Sûriyê.

Rayedarekî Îranî di sala 2016an de ji medyaya Brîtanyayê re ragihandibû ku ji sala 2011an ve zêdetirî 1000 serbazên Îranî û çekdarên ku Îran piştgirîya wan dike li Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî raporeke sala 2022an a rêxistineke Sûrî, ji sala 2011an û vir ve nêzî 10 hezar leşker û çekdarên ku Rûsya û Îran piştgiriya wan dike li Sûriyê hatine kuştin ku ji wan 1712 çekdarên Hizbullahê û 8628 serbazên Îran, Rûsya û yên ser bi wan ve bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst