Wezîrê Derve yê Sûriyê dê serdana Bexdayê bike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dê Şemiya bihê serdana Iraqê bike û têkiliyên du alî û rewşa herî dawî ya navçeyê bi rayedarên Iraqî re gotûbêj bike.

Li gorî rojnameya El-Weten a Sûriyê, "Wezîrê Karên Derve û Koçberan dê di destpêka hefteya bê de bi serdaneke fermî ku dê du rojan berdewam bike, li ser vexwendina hevtayê xwe yê Iraqî Fuad Husên biçe paytexta Iraqê Bexdayê û li wir dê bi rayedarên payebilind re bicive."

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dê li Bexdayê li gel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re bicive.

Li gor agahiyên ku medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyê belav kirine, Feysel Miqdad dê di wê serdanê de peywendiyên dualî yên navbera Şam û Bexdayê, rewşa navçeyê û civînên vê dawiyê yên di derbarê Sûriyê de bi rayedarên Iraqî re gotûbêj bike.

Piştî erdheja 6ê Sibatê ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî çêbû, bi şandina alîkariyan ji aliyê welatên Erebî ve asayîkirina peywendiyên wan welatan li gel Sûriyê dest pê kir û çend serdanên dîplomatîk di navbera hejmarek welatên Ereb û Sûriyê de çêbûn.

Yek ji wan serdanan, Serdana Wezîrê Derve yê Îmaratê bo Sûriyê û paşê jî serdana Serokê Sûriyê Beşar Esed bo Îmaratê bû.

Herwiha di meha derbasbûyî de Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Siûdiyê, Cezayir, Tûnis û Urdinê kiriye.