Hewlêr (Rûdaw) - Sê rayedarên Erebistana Siûdî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, zanyarî li ser planên Hikûmeta Erebistana Siûdî ragihandin ku Riyad dilxwaz e Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî. Serkirdeyê Tevgera Çaksazî Hewas Egîd got, “Hevahengiyeke Siûdî, Îmaratî û Misirî ya bilind heye, di gelek mijaran de bi taybetî di mijara Sûriyê de.”
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, di nava hefteyên bê de, dê serdana Şamê bike û vexwendina ji bo beşdarbûna Lûtkeya Erebî di 19ê gulanê de bi fermî radestî serokê Sûriyê Beşar Esed bike. Ev zanyarî ji aliyê sê berpirsên Siûdî ve ji bo hin çavkaniyên medyayî re hatiye eşkerekirin.
Derbarê normalkirina peywendiyên Sûriyê li gel welatên Erebî, Hewas Egîd, serkirdeyê Tevgera Çaksazî ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, hevahengiyeke Erebî ji bo normalkirina peywendiyan li gel Esed heye.
Serkirdeyê Tevgera Çaksazî Hewas Egîd anî ziman, “Hevahengiyeke Siûdî, Îmaratî û Misirî ya bilind heye, di gelek mijaran de, bi taybetî di ya Sûriyê de bêyî hev du tiştekî nakin. Bi baweriya min 3 tiştên sereke hene ku tifaq li ser hatine kirin; meseleya hebûna Tirkiyê û Îranê li Sûriyê, avakirina Sûriyê û peydakirina aramiyê ye.”
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Dr. Zara Salih jî ji heman bernameyê re got, çend guhertinên navherêmî û navdewletî bûne sedema bihara Esed.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Dr. Zara Salih got, “Bihara Esed e di vê demê de, xaleke girîng jî ew e ku opozîsyona Sûriyê jî hate diyarkirin hêzeke ku ajandayên welatên pere didinê bicih dike.”
Roja Şemiyê, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, piştî 11 salan ji dabiranê, bi fermî serdana Misirê kir û li gel wezîrê derve yê wî welatî Samih Şukrî civiya.
Di nava meha borî de, Serokê Sûriyê Beşar Esed jî bi fermî serdana welatên Oman û Îmaratê kiribû û li gel siltan û serokê her du welatan civiyabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse