Bînalî Ylidirim: Raco hat kontrolkirin

03-03-2018
RÛDAW
Nîşan Binali Yildirim Raco Efrîn Kontrolkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji aliyekî ve firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê navçeyên Efrînê bombebaran dikin û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî ragihand ku bajarokê Racoyê bi tevahî ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê.

 

Li gor medya nêzîkê YPGê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê gundê Sînka, Çema û Baflonê  yên girêdayî navçeya Şera bombebaran dikin û şervanên YPGê li gundê Baflonê wesayîteke doçka ya artêşa Tirkiyê têkşikandine. Li gor heman çavkaniyê, li gundê Baflonê û Çema şer û bordûman berdewam e.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di Kongreya Bajêr a AK Partiyê de behsa şer û pevçûnên li navçeya Racoyê kir û got: “Li Efrînê leşkerên me destanan dinivîsîn. Raco bi tevahî hat paqijkirin û niha di bin kontrola Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyê de ye. Pêwist bike hun her dem amade ne, em vê yekê dizanin.”

 

Heta niha ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve nehatiye piştrastkirin ka Raco hatiye kontrolkirin an na, lê li gor çavkaniyên xwecihî li navçeyê şerekî dijwar heye û firokeyên Artêşa Tirkiyê berdewam navçeyê bombebaran dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst