Serokê MÎTa Tirkiyeyê bi Hemasê re civiya

03-02-2024
Nîşan Îbrahîm Kalin Hemas Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Îstixbareta Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin bi Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û şandeya pê re civiya.

Serokê MÎTa Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin îro li Qeterê, bi Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û şandeya pê re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê di civînê de li ser pêşhatên dawî yên li Xezeyê û rêbazên pêkanîna agirbestekê û bidawîanîna êrişên li Xezzeyê gotûbêj hatine kirin.

Di civînê de herwiha li ser çawaniya gihandina alîkariyên mirovî ji bo Filistînê jî gotûbêj hatine kirin.

Di heman demê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku avakirina dewleteke serbixwe ya Filistînê ku paytexta wê Qûds be dê bibe bingehê aramiya navçeyê.

Ji Çiriya Peşînê sala borî ve şerê Îsraîl û grûbên çekdar ên Xezeyê berdewam dike.

Di encama şer de heta niha li Xezeyê zêdeyî 27 hezar kes hatine kuştin û li Îsraîlê jî hejmara kuştiyan zêdeyî hezar û 200 kesî ye.

Hewlên welatên herêmê û cîhanê ji bo bidawîna şer û agirbesteke demdirêj  berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst