HRW: 63 kes bi tometa ‘endamtiya YPGê’ bo Tirkiyê hatin veguhastin

03-02-2021
RÛDAW
Nîşan YPG PYD Tirkiye Kurd Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve 63 hemwelatiyên ji Rojavayê Kurdistanê veguhastine nav sînorên Tirkiyê û metirsî heye bi zindanîkirina heta hetayê bên cezakirin.

HRWê di raportekê de amaje bi wê kir, artêşa Tirkiye û grûpên çekdar ên hevpeymanên wê, ew kes li Serê Kaniyê desteser kirine û bi şêweyekî neyasayî û bi zorê veguhastine bo nav axa Tirkiyê bo ku dûr ji yasa dadgehî bike û hinekan egera zindanîkirina heta hetayê li ser e.

Raporta rêxistinê li ser bingeha çendîn belgeyên pizîşkî, lîsta tometbarkirin, tomara binpêkirinan hatiye nivîsandin û tê de li gor rêxistinê, desthilata Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi `Artêşa Niştimanî ya Sûriyê`, di navbera meha Cotmeh ta Berfanbara 2019an, li Serê Kaniyê 63 Kurd û Ereb desteser kirine û ji bo navendên desteserkirinê yên li nav sînorên Tirkiyê veguhastine û li wir ji aliyê dadgeha wî welatî ve û li gor yasayên wî welatî tomet arasteyî wan hatine kirin.

HRW tometên ku arasteyî desteserkiriyan hatine kirin jî wiha rêz kirine; hewldana ji bo têkbirina yekperçeyiya welat, serweriya navçeyê, endamtiya rêxistina terorîstî, kuştin û herwiha pêkanîna peywendiyê li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, dibêje, hemû ew tometên ku arasteyî wan her 63 kesên desteserkirî hatine kirin, li ser bingeha endamtî yan peywendiya bi YPGê hatine danîn û li gor malbatên kesên desteserkirî, beşek ji wan tenê karê îdarî li jêr desthilata Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hebû, bêyî ku peywendî bi YPGê hebe.

Michael Page, Cîgirê Rêveberê Navçeya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka radigihîne, pêwîst bû Tirkiye wek desthilata dagirker li Sûriyê û di çarçoveya yasaya dagirkerî, rêz li mafên mirov bigire, ji wan qedexekirina desteserkirina ketober, veguhastina wan ji welatê dagirkirî bo Tirkiyê û dadgehîkirina li gor yasayên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst