Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê û Îlham Ehmed bi telefonê axivîn

03-01-2025
RÛDAW
Nîşan Gideon Saar Îlham Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê bi rêya telefonê axivîn.

Rojnameya Îsraîlî Israel Hayom ku dispêre rayedarên Îsraîlî ragihand ku di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê de pêwendiyeke berfireh a telefonî pêk hatiye.

Li gorî rojnameyê, di pêwendiya telefonî de bipêşketinên li herêmê hatine gotûbêjkirin.

Her wiha rojnameyê ragihand ku Îlham Ehmedê jî derbarê binpêkirinên wekî kuştin û girtinê kêfî yê  grûpên çekdar ên li Sûriyeyê yên li hemberî Krudan agahî daye.

Wezîrê Îsraîlî Saar jî diyar kir ku di hemû hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên bi hevkarên xwe yên navneteweyî re nîgeraniyên xwe yên derbarê Kurdan de anîne zimên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst