Çavuşoglu li Enqerê ligel serokên opozîsyona Sûriyê civiya

03-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê ligel Serokê Koalîsyona Netewî ya Hêzên Şoreşger (SMDK) Salim el-Muslat, Serokê Komîsyona Mizakere ya Suriyê Bedir Camus û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdurrahman Mustafa civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi wêne û peyamekê ragihand ku li Wezareta Derve ligel serokên opozîsyona Sûriyê civiyaye.

Çavuşotlu derbarê hevdîtina ligel serokên opozîsyona Sûriyê de dibêje: “Me pêşveçûnên dawî yên Sûriyê gotûbêj kirin. Li gor biryara hejmara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî me piştgiriya xwe bo xelk û opozîsyona Sûriyê dubare anî ziman.”

Li gor biryara hejmara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ku di Kanûna 2015an de bi piraniya dengan hatiye qebûlkirin, ji bo li seranserê Sûriyê agirbestek bê avakirin û mizakereyên siyasî bend destpêkirin û di nav 2 salan de “hikûmeteke yekîtiyê” bê avakirin û banga çêkirina hilbijartinê tê kirin.

Ji aliyekê din ve, medyaya nêzîkî opozisona Sûriyê dibêje, roja Pêncşemê berpirsên Tirkiyê ji opozisyona Sûriyê re gotine ku ew dest ji opozisyonê bernadin û nêzîkbûna ligel Şamê ne li ser hesabê mafê welatiyên Sûriyê ye.

Berî çend rojan wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, eger aramiya siyasî li Sûriyê çêbibe ew amadene herêmên di bin kontrola xwe radestî hikûmeta Şamê bikin.

Ev civîn herwiha di demekê de ye ku Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskow a paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de ku piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn, li ba opozisyona Sûriyê bibû cihê nerazîbûnan.

Li bajarê Bab ê bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê ku di bin rêveberiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye roja Înê 30ê Berfanbara 2022a xwepêşandanek li dijî hewlên asayîkirina Tirkiyê û Sûriyeyê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst