ZINDÎ: Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin

21:55

Kanada: Kiryarên Supaya Quds karîgeriyeke xerap li ser navçeyê û cîhanê hebûye

Wezîrê Derve yê Kanadayê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî û aloziyên li navçeyê, daxwaz ji hemû aliyan dike ku li ser xwe bin û hewl bidin bo kêmkirina aloziyan.

Wezîrê Derve yê Kanadayê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve weke ‘şerxwaz’ bi nav dike ku karîgeriyeke xerap li ser navçe û cîhanê hebûye.

François-Philippe Champagne, Wezîrê Derve yê Kanadayê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê dike, ev heyameke dirêj e Kanada derbarê Supaya Quds a  ser bi Pasdaran ve nîgeran e ku Qasim Sulêymanî serokatiya wê hêzê dikir û got, “Kiryarên şerxwazî yên wê hêzê jî karîgeriyeke xerap li ser seqamgiriya navçeyê û cihên din ên cîhanê kiriye.”

Kanada Endama Hevpeymanniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û nêzikî 850 şêwirmendên serbazî yên wî welatî li navçeyê hene.

21:26

Esed du nameyên cuda bo serkirdeyên Îranê şandin

Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de 2 nameyên cuda ji Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re şandin.

Beşar El-Esed di nameya xwe ya ji bo Elî Xamineyî de aşkere kiriye,ku bi vê kiryara tewankar, Amerîka piştrast kir ku “ew berdewam piştgiriya terorê dike û dixwaze ne aramiyê belav bike.”

Herwiha di nameya xwe de ji bo Hesen Ruhanî jî, Esed da zanîn, ku ew xembarin û got, “Sulêymanî û hevalên wî, jiyana xwe ji bo doza berxwedan û bergiriyê terxan kiribûn” û bi navê gelê Sûriyê, piştgîriya xwe ji bo gelê îranê nîşan dide.

21:16

Amerîka 3500 hezar serbazan dişîne Rojhilata Navîn

Li gor 3 berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê û berpirsekî artêşa wî welatî, ji medya Amerîkayê re ragihandine, Artêşa Amerîkayê piştî kuştina  Qasim Sulêymanî, nêzikî 3 hezar û 500 serbazên din dişîne Rojhilata Navîn.

Li gor zanyariyan, ew serbaz dê li Iraq, Kuwêt û çend navçeyên din bên bicihkirin û ferman bi wan hatiye dayîn ku li hember her êrişê di erk de bin.

Hevdem wan berpirsên Amerîkî behsa wê kirine, ji wê hejmarê 700 serbaz ber bi Rojhilata Navîn ve birê ketine, lê ev bersivdayîneke rasterast nîne bo rewşa piştî kuştina Sulêymanî.

19:55

Rêberê Îranê serdana mala Qasim Sulêymanî kir

Rêberê Îranê serdana mala Qasim Sulêymanî kir

Elî Xamineyî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, serdana mala Qasim Sulêymanî kir û serxweşî li hevjîn û du zarokên wî kir.

19:23

NY: Cîhan şerekî din jî ranagire

Netewên Yekgirtî (NY) derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Cîhan şerekî din jî ranagire.”

Sekreterê Giştî yê NYê di wê daxuyaniya xwe ya nivîskî de amaje bi wê kiriye ku her tim daxwaza asayîkirin û aramkirina rewşa li kendavê kiriye.

Herwiha hatiye gotin ku Antonio Guterres derbarê rûdanên li kendavê gelek nîgeran e û hatiye gotin, “Cîhan şerekî din ê li kendavê ranagire.”

19:11

Putin û Macron kuştina Qasim Sulêymanî gotûbêj kirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê bûyera kuştina Qasim Sulêymanî de peywendiyeke telefonî encam dan.

Li gor daxuyaniya ku ji Kremlînê hatiye belavkirin, di wê peywendiya telefonî de amaje bi wê hatiye kirin ku kuştina Qasim Sulêymanî dê rewşa li navçeyê xeraptir bike.

18:57

Binemala Qasim Sulêymanî: Merasîma bi xakspartina Sulêymanî Yekşê birêve diçe

Binemala Qasim Sulêymanî, ragihand ku rêûresma malavayî li termê Qasim Sulêymanî dê roja Yekşemê (05.01.2020) li Zanîngeha Tehranê birêve biçe.

Li gor gotinên binemala Qasim Sulêymanî, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, Elî Xamineyî dê nimêja bo termê Sulêymanî bike di wê merasîmê de.

Hevdem biryar e, îro, 03.01.2020 merasîma malavayî li termê Sulêymanî û termên kuştiyên din dê li Bexdayê birêve biçe.

18:43

Encûmena Asayişa Îranê: Di dem û cihê guncaw de tol dê were hildan

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de civînek saz kir û piştî civînê daxuyaniyek hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, her wek Rêberê Îranê gotiye, “Bi awayekî herî tund tol dê bê hildan di dem û cihê gundaw de ji tawanbaran.”

Herwiha hatiye gotin, “Ew ên ku dilê wan bi vê tawanê xweş bûye bila bizanin ku ev êrişeke tirsonek e û Komara Îslamî ya Îranê dê ji siyaseta xwe ya xweragir paş ve gav neavêje.”

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Komara Îslamî ya Îranê diyar dike, Amerîkayê bi kuştina Qasim Sulêymanî şaşiyeke stratejîk kiriye li Asya rojava û radigihîne, “Amerîka dê bi hêsanî ji encamên vê êrişa ku xelet hatiye hesabkirin nereve.”

18:33

Serokê Parlamentoya Iraqê: Qasim Sulêymanî roleke girîng hebû

Serokê Parlamentoya Iraqê Muhemmed Helbusî got, “Qasim Sulêymanî di şerê li dijî DAIŞê de xwedî roleke girîng bû.” Helbusî, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis de, xemgîniya xwe ya derbirî.

Helbusî herwiha got, “Qasim Sulêymanî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bo rizgarkirina axa Iraqê, xwedî roleke girîng bû û kesekî wêrek bû.”

Serokê Parlamentoya Iraqê êrişa Amerîkayê jî weke, “binpêkirina serweriya Iraqê û yasayên navdewletî” bi nav kir.

Helbusî diyar kiriye ku her operasyona li nav xaka Iraqê bê encamdan divê bi agahdariya hikûmetê be û daxwaz ji hemû aliyan kiriye bo ku, “Iraq nebe qada şer û pevçûnan.”

18:20

Putin: Kuştina Sulêymanî dê aloziyan kurtir bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku kuştina Qasim Sulêymanî metirsiya kurbuna aloziyan li Rojhilata Navîn zêdetir dike.

Valdimir Putîn derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Kuştina generalê Îranî metirsiya kurbuna aloziyên li Rojhilata Navîn zêdetir dike."

17:50

Netanyahu: Mafê Amerîkayê heye xwe biparêze

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de got ku Amerîka xwedî wî mafî ye ku xwe biparêze.

Netanyahu got, “Qasim Sulêymanî berpirs e ji kuştina hemwelatiyên Amerîkayê û gelek xelkê din ê bêguneh. Sulêymanî plansaziya êrişan dikir.”

Serokêwezîrê Îsraîlê herwiha pesnê Donald Trump da û got, “Çawa ku Îsraîl mafê xweparastinê ye, Ameîrka jî bi temamî xwedî heman mafan e. Îsraîl di têkoşîna ji bo aştî, asayiş û mafê xweparastinê de li gel Amerîkayê ye.”

16:55

Pompeo: Qasim Sulêymanî amadekariya êrişan dikir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di hevpeyvîneke li gel kenala CNNê ragihand ku êrişa Amerîkayê li gor ‘zanyariyên îstîxbaretî’ hatiye kirin ku wan zanyariyan amaje bi wê dikir, Qasim Sulêymanî plana dariştina êrişên nû saz dikir bo li navçeyê encam bide.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, ew êrişa bo kuştina Qasim Sulêymanî bo wê yekê bûye ku jiyana bi dehan xelkê bê parastin ji wan êrişan ku Sulêymanî plan bo danîbû li Rojhilata Navîn encam bide.

16:25

Tirkiyê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de helwesta xwe aşkere kir

Tirkiyê helwesta xwe ya fermî derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand. Wezareta Derve ya wî welatî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew derbarê alozî û rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de nîgera in û ragihand, “Ev rakêşî û alozî dê ziyanê bigîhîne aştî û seqamgiriya navçeyê û taybet jî Iraqê.”

Herwiha hatiye diyarkirin ku kuştina Qasim Sulêymanî dê bibe sedema zêdetir têkçûyîna seqamgirî û asayişa navçeyê û hatiye gotin, “Tirkiye her tim li dijî destwerdan û pevçûnên mezhebî bûye. Em bang li aliyan dikin xwe ji pêngavên yek alî dûr bigirin û rê bi dîplomasiyê bidin.”

16:10

Ellawî: Iraq di metirsîdartirîn qonaxê de ye

Serokê Hevpeymaniya Iraqiye, Eyad Ellawî ragihand, Iraq di metirsîdartirîn qonaxekê de ye û daxwaza kombûneke herêmê dike bo tevahiya navçeyê ber bi aştiyê ve bibe.

Eyad Ellawî, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand, “Di metirsîdartirîn qonaxê de ne di dîroka Iraq û  navçeyê de û yek ji derencamên aloziyan e û berî niha me hişyarî li ser vê meselê dabû.”

Ellawî dibêje, “Me berî niha jî daxwaz kiribû û îro jî daxwaza xwe dubare dikin, “Em daxwaza encamdana kombûneke herêmî dikin bo ku tevahiya navçeyê ber bi kenarê aştiyê ve bibe. Zanîn girîngtirîn kar e. Karê sereke parastina Iraq û Iraqiyan, seqamgirî û durketina ji şer û karîgerîyan e.”

15:55

Trump: Îran di ti şeran de bi ser neketiye

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand, “Îran di ti şeran de bi ser neketiye, lê di danûstandinan de jî ji winda nekiriye.”

15.50

Kiliçdaroglu: Kuştina Qasim Silêmanî destpêka pirsgirêkên mezin e

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li Enqerê derbarê kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê, ragihand, “Kuştina Qasim Silêmanî dibe destpêka serhildana pirsgirêkên mezin. Hêvîdar im Rojhilata Navîn nekeve nav qeyranekê ku derçûn tê de dijwar be.”

Kemal Kiliçdaroglu ragihand, çaverê dikin Erdogan, serokomarê Tirkiyê, siyaseta hevseng li Rojhilata Navîn bigere ber xwe û Tirkiyê ji agirê Rojhilata Navîn biparêze û guftugo û danûstaninan li ber çav bigire.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu daxwaz ji Amerîka û Îranê jî kir li ser xwe bin û rê bi wê nedin alozî li navçeyê zêdetir bibin.

14:34

Malîkî daxwaza bersivdayîna kuştina Sulêymanî kir

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa, daxwaz kir bi rêyên, yasayî, siyasî û dîplomatîk, bersiva kuştina Ebu Mehdî Muhendîn û Qasim Sulêymanî bê dayîn.

Nurî Malîkî ragihand, “Serkirdeyê şikomen, Ebu Mehdî Muhendîs, Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û mêvanê Iraqê lîwa Qasim Sulêymanî û 6 mucahîd, tevlî nav karwanê şehîdan bûn di encama êrişeke tirsonek a firokeyên Amerîkayê bi binpêkirina qada asmanî û xaka Iraqê.”

Malîkî serxweşiyên xwe arasteyî gelên Iraq û Îranê dike û kuştina Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendîs şermezar dike.

Herwiha Malîkî daxwaza bikaranîna hemû cure rêkarên pêwîst ên yasayî, siyasî û dîplomasî dike li hember êrişê ku careke din bûyerên bi vî rengî dubare nebin.

14:00

Berhem Salih: Êrîşa Amerîkayê gefê li aştiya li Iraqê û navçeyê dike

Serokomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis ragihand, êrîşa Amerîkayê gef e li ser aştiya li Iraqê û navçeyê.

Berhem Salih di daxuyaniyekê de ragihand: “Nûçeya şehîdbûna herdu serkirde şehîd Hecî Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî û şehîd hecî Qasim Sulêymanî gihîşte me, ku roleke wan a giring û yekalîker hebû di şerê li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞê de.”

Salih dibêje: “Em vê êrîşê ku berpirsên ewlehiyê yên ser bi saziya leşkerî ya Iraqê kiriye hedef, şermezar dikin, ku bêguman dê encam û pêşhatên ewlehiyê li Iraqê û navçeyê bi xwe re bîne, eger aqilmend dengê hişmendî û lojîkê bilind nekin, û em dê ji bo kontrolkirina encamên çaverêkirî yên vê dijminahoyê hewl bidin, ku bi awayekê zelalgefê li aştiya li navçeyê û Iraqê dike.”

Berhem Salih herwiha daxwaza arambûnê û bilindbûna dengê aqil û zanetiyê û pêşxistina berjewendiyên bilind ên niştimanî dike.

Serokomarê Iraqî destnîşan dike, ku “di vê rewşa taybet de erkê me ye refên xwe bikin yek û jibo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî û piştevaniya li serwerî û ewlehiya Iraqê,  dest ji nakokiyên xwe berdin.”

13:40

Hadî Amîrî: Tawaneke gelek qirêj e

Serokê Lîwayên Bedîr, Hadî Amîrî jî derbarê kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendîs de daxuyaniyek belav kir û daxwaza, yekrêziyê li hemû aliyên Iraqê kir “bo ku Amerîka ji Iraqê bê derxistin.”

Hadî Amîrî ku di heman demê de Serokê Hevpeymaniya Fetih e li parlamentoya Iraqê, êrişa Amerîkayê li dijî Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendîs, weke, “tawana gelek qirêj” pênase kir.

13:25

Rêberê Îranê şûngirê Qasim Sulêymanî diyar kir

Rêberê Îranê, Elî Xaminêyî piştî kuştina Qasim Sulêymanî, îro bi biryarekê General Îsmaîl Qa-anî li cihê wî wek Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran destnîşan kir.

Xaminêyî di biryara destnîşankirina wî fermandeyê Supaya Pasdaran de dibêje: Îsmaîl Qaanî di dema şerê Îran û Iraqê de, di rêza fermandarên herî diyar ên Supaya Pasdaran de bûye û salên dûr û dirêj li gel Qasim Sulêymanî xebitiye.”

Elî Xaminêyî herwiha daxwaz ji hemû hêzên Supaya Quds jî dike, ku alîkariya Qaanî bikin.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Berpirsên pilebilind ên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û Rêberê Îranê ragihand: “Em dê toleke dijwar hildin.”

11:45

Fransayê daxwaza aramkirina aloziyan li Rojhilata Navîn kir

Wezîreka Fransayê di derbarê kuştina Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî de ragihand , ku vê sibehê wan çavê xwe li cîhanekî metirsîdartir vekiriye û daxwaz jî kir, ku aloziyên li navçeyê bêne kêmkirin.

Wezîra Karûbarên Yekîtiya Ewrûpayê ya hikûmeta Fransayê, Emily De Montshalin  di derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand: “Me çavê xwe li cîhanekî metirsîdartir vekir. Serok Emmanuel Macron dê têkildarî vê mijarê li gel serkirdeyên navçeyê baxive.”

Emily De Montshalin  herwiha ragihand, ku “operasyonên bi vî rengî dê bibin sedem ku aloziyên li navçeyê zêdetir bibin, lewra em dixwazin aramî bê parastin û aloziyên li navçeyê jî bêne kêmkirin.”

Emily De Montshalin diyar jî kir, ku “hemû hewlên Fransayê li hemû beşên cîhanê piştrastbûna ji çêkirina rewşeke guncaw jibo aştî û istiqrarê ye û di vê bûyerê de em alîgiriyê nakin, lê belê emê ligel hemû aliya biaxivin.”

Li aliyekê din Balyozxaneya Fransayê ya li Îranê hişyarî da welatiyên xwe ku ji kombûn û cihên giştî dûr bikevin.

11:27

Çînê li ser kuştina Qasim Sulêymanî daxuyanî da

Têkildarî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî, Çînê helwesta xwe aşkere kir û daxwaz ji herdu aliyên Amerîkî û Îranî kir, ku bi miyanrewî tevbigerin.

Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniyekê de li ser kuştina Qasim Sulêymanî ragihand, ku Çîn hertim li dijî bikaranîna hêzê ye

Wezareta Derve ya Çînê herwiha diyar dike, ku ew ji nêzîk ve pêşhat û geşedanan dişopînin û ji herdu welatên Amerîka û Îranê dixwaze ku bi miyanrewî tevbigerin.

11:15

Rûsya: Êrîşa Amerîkayê aloziyên navçeyê zêdetir dike

Rûsyayê têkildarî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê, Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve, hişyariyê dide û  dibêje, dê bibe sedema zêdebûna aloziyan li seranserê Rojhilata Navîn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek da û ragihand: “Kuştina Sulêymanî, pêngaveke serkêşane bûye û dibe sedema zêdebûna aloziyan li seranserê navçeyê.”

Di daxuyaniyekê de tê gotin: “Sulêymanî bi xweterxankirinê parêvanê berjewendiyên niştimanî yên Îranê bûye û em serxweşiyên xwe ji gelê Îranê re radigihînin.”

Ev helwesta Moskowê di demekê de ye, ku îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

Berpirsên pilebilind ên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û Rêberê Îranê ragihand: “Em dê toleke dijwar hildin.”

10:50

Ebdulmehdî: Kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis karekî dijminkarî ye

Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê, Adil Ebdulmehdî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis wek “karekî dijminkarî” bi nav kir û daxwaza civîneke bilez û awarte ya parlamentoyê kir.

Adil Ebdulmehdî li ser kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis daxuyaniyek belav kir.

Ebdulmehdî kuştina wan herdu kesan bi tundî şermezar dike û dibêje, Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis, “mînakên berxwedan û serkeftinê bûn di şerê li dijî DAIŞê de.”

Serokwezîrê Karbirêker ê Iraqê diyar dike: “Ev karekî dijminkarî ye û li dijî serweriya Iraqê ye. Ev êrîşa Amerîkayê binpêkirina vê rêkeftinê ye ku rê bi hebûna hêzên Amerîka li Iraqê daye.”

Ebdulmehdî herwiha daxwaza civîneke bilez û awarte ya parlamentoyê dike.

Rêbeerê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand: “Ji ber şehîdbûna Qasim Sulêymanî serxweşiyê li gel û hikûmeta Îranê dikim.”

10:43

Ketaîb Hizbullah: Ji bo êrişa li dijî Amerîkayê em li benda fermanê ne

Muhammed Muhî, Berdevkê Ketaîb Hizbullah ku weke Hizbullaha Iraqê tê naskirin, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de  ji Rûdawê re ragihand, “Ji bo her êrişeke li dijî Amerîkayê em di amadebaşiyê de ne û li benda fermanan e.”

Muhammed Muhî ragihand ku rêkevtina leşkerî ya di navbera Amerîka û Iraqê de bi dawî bûye û got, “Tenê derxistina Amerîkayê ji Iraqê maye. Iraq bi qonaxa derxistina hêzên Amerîkî ji welat, rûbirû ye.”

Berdevkê Ketaîb Hizbullahê dibêje, “mafê me êrişê heye li hember Amerîkayê” û got wan di vê çarçovê de hemû amadekariyên xwe pêk anîne.

10:37

Balyozxaneya Amerîkayê: Welatiyên Amerîkî demildest Iraqê terk bikin

Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve, Balyozxaneya  Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe kir, demildest ji Iraqê derkevin.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, îro Înê 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatin kuştin.

10:32

Qeys Xezelî: Berdêla xwîna Sulêymanî dê dawîkirina Îsraîlê be

Qeys Xezelî, Rêberê Esayîb Ehlî Heq ku grûpeke çekdarî a Şîe ye îddîa kir ku Amerîka û Îsraîl dê “bin bikevin” û got, “Berdêla xwîna Sulêymanî dê bi dawîkirina Îsraîlê be.”

Xezelî amaje bi banga bo amadebaşiya li çekdarên di bin kontrola xwe de kir û got, “Em dê destkevteke mezin bi destbixin.”

10:25

Muqteda Sedir:  Hêzên me di amadebaşiyê de ne

Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de hewiha dibêje: “Min Lîwaya Seraya Selam û Supaya Mehdî xiste amadebaşiyê û tekez dike: Biarmanckirina Sulêymanî, biarmanckirina cîhadiyan û rihê şoreşgêriyê ye.”

Sedir herwiha dibêje: “Em dê hêzên xwe bixin zimeta parastina Iraqê.”

10:15

Joe Biden: Trump bi kuştina Sulêymanî bombek avêtiye nav agirdanekê

Joe Biden, Cîgirê Berê yê Serokê Pêştir ê Amerîkayê û herwiha yek ji berbijêrên Demokratan bo serokatiya Amerîkayê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand: Birêz Trump bi kuştina Sulêymanî bombek avêtiye nav agirdanekê.

Biden herwiha diyar kiriye, Rêveberiya Trump dibêje bi vê pêngavê dixwaze rê li êrîşên din ên ji aliyê Îranê ve bigire, lê belê ev pêngav tekez dê bandoreke berovajî hebe.

Biden dibêje, serok Trump divê derbarê planên xwe û herwiha stratejiya xwe de ronîkirinê bide xelkê Amerîkayê, ku gelo dixwaze bi çi awayî parêzgariyê li hêzên me, stafa balyozxaneya me, xelk û berjewendiyên me bike.

Cîgirê Berê yê Serokê Pêştir ê Amerîkayê hişyariyê jî dide, ku tekez Îran dê bersiva vê êrîşa Amerîkayê bide.

10:00

McGruk: Qasim Sulêymanî bêyî zanîna encamên wê hatiye kuştin

Şanderê berê yê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIşê de, Brett McGurk ragihand, kuştina Qasim Sulêymanî li gor pîvanên dadperwriyê bûye, lê belê bêyî encamên paşê bê zanîn, hatiye encamdan.

Brett McGurk li ser twîttera xwe nivîsiye: “Ev nûçeya li Iraqê belav bûye, pîvana dadperweriyê ye, lê bêyî zanîna encamên wê hatiye pêkanîn.”

McGurk herwiha amaje bi wê yekê daye, ku “pêwîst e em parêzgariyê li xelkê xwe bikin li seranserê Rojhilata Navîn û herwiha dibêje, dive em pêgehên xwe li Iraqê bihêz bikin û berdewamiyê bi amadebûna hevpeymaniya xwe bidin û asta metirsiyan kêm bikin.”

09:45

Ruhanî: Îran û hevpeymanên wê dê tolê hildin

 Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî têkildarî kuştina Fermandarê Supaya Quds, Qasim Sulêymanî peyamek belav kir û ragihand: Îran û hevpeymanên wê dê tola kuştina Qasim Sulêymanî hildin.

Hesen Ruhanî got: “Bêguman gelê mezin ê Îranê û gelên din ên azad ên navçeyê, dê tola vê tawana qirêj li Amerîkayya tawanbar hidin.”

Berî peyama Hesen Ruhanî, Rêberê Îranê Elî Xaminêyî jî di daxuyaniyekê de gef li Amerîkayê xwaribû ku ew dê ji ber kuştina Qasim Sulêymanî “toleke dijwar” hildin.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê 3 Çileya 2020 li Bexdayê hatin kuştin.

08:25

Xaminêyî: Emê toleke dijwar hildin

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî li ser kuştina Qasim Sulêymanî daxuyaniyek belav kir û dibêje: “Em dê tolhildaneke mezin bikin.”

Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di daxuyaniya xwe ya têkildarî kuştina Qasim Sulêymanî de ragihandiye:  “Bi çûna wî karên wî û rêya wî ranaweste, lê tolhildaneke tund li benda wan tawanbaran e ku destê wan bi xwîna wî û şehîdên din ên şeva bihorî pîs bûye.”

Xaminêyî herwiha ji ber kuştina General Sulêymanî, 3 roj şîna giştî li seranserê Îranê ragihand.

08:15

Wezareta Derve ya Îranê li ser kuştina Qasim Sulêymanî daxuyanî da

Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyek de bi tundî kuştina Qasim Sulêymanî şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf dibêje: “Çepelî û ehmeqiya hêzên terorîstî yên Amerîkayê di terorkirina Sulêymanî de, bêguman dara berevaniyê li navçe û cîhanê bihêztir dike.”

Zerîf tekez dike: “Komara Îslamiya Îranê hemp hewlên xwe yên siyasî, yasayî û navdewletî ji bo cîbicîkirina biryara Civata Bilind a Asayişa Netewî bo bersivdana rejîma tawanbar û terorîstî ya Amerîkayê derbarê vê tawana aşkere de dide.”

07:50

Mike Pompeo: Iraqî jibo kuştina Qasim Sulêymanî semayê dikin

Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand: “Iraqî bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin û derketine cadeyan û ji bo azadiyê semayê dikin.”

Mike Pompeo li ser twîttera xwe vîdeoyek jî belav kiriye ku têde tê xuyakirin, ku hejmarek kes li Bexdayê derketine cadeyan û aleke mezin a Iraqê bilind kirine.

Di vîdeoyê de kesek diaxive û dibêje: “Niha demjimêr 04:30 sibehî ye, xelk hatine derê û bi kuştina Qasim Sulêymanî kêfxweşin.”

Pompeo herwiha nivîsiye: “Iraqî, Iraqî, semayê dikin ji bo azadiyê, spasdarin ku êdî Qasim Sulêymanî nemaye.”

07: 30

Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê bilez dicive

Piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Sulêymanî, Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê bi awayekê bilez civîneke awarte saz dike.

Berdevkê Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê, Keywan Xusrewî ragihand, “di çend demjimêrên bihê de, ev civat civîneke awarte derbarê bûyera tirsnak a êrîşa li ser otomobîla Qasim Sulêymanî lidar dixe.”

Tê çaverêkirin, di civîna awarte ya Civata Bilind a Encûmena Asayişa Niştimaniya Îranê de, awayê nîşandana berteka Îranê li hember kuştina Qasim Sulêymanî bê gotûbêjkirin.

07:10

Zerîf: Amerîka divê berpirsatiya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di berteka li hember kuştina Qasim Sulêymanî de ragihand, “Amerîka divê berpirsatiya hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

Mihemed Cewad Zerîd li ser twîttera xwe, kuştina Qasim Sulêymanî wek “pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê” bi nav kir û ragihand: “Pêngava terorîstî ya navdewletî ya Amerîkayê, bi armanckirin û terorkirina general Silêmanî, bibandortirîn hêza di şerê li dijî DAIŞ, Eniya Nusre, El Qaîde û hêzên wek wan, metirsiyekî gelek mezin e û geşedaneke ehmeqî ye.”

Zerîf wek gefekê tekez kir, “Amerîka divê hemû encamên pîlana xwe ya xirab qebûl bike.”

06:50

Lindsey Graham: Eger Îran berdewam be emê sektora wê ya petrolê wêran bikin

Senatorê amerîkî yê navdar ê Komariyan, Lindsey Graham di twîttekê de ji ber kuştina Qasim Sulêymanî spasiya Serokê Amerîkayê dike û di heman demê gef li Îranê dixwe û dibêje: “Eger êrîşên Îranê berdewam be û ez kesek bim li parzûngehên petrolê yên Îranê kar bikim, her niha min dê hizir ji karekî din kiriba.”

Lindsey Graham herwiha dibêje: “Eger êrîşên Îranê bo ser Amerîkayê û hevpeymanên wê berdewam bin, divê berdelekî herî giran bidin, ku parzûngehên petrolê jî li xwe bigire.”

Graham gefê li Îranê dixwe û dibêje: “Eger hûn dixwazin di sektroa petrolê de bimînin, dest ji Amerîka û hevpeymanên wê berdin û dest ji wê yekê berdin ku hûn bibin mezintirîn piştevanê terorê li cîhanê.”

06:10

Pentagon: Bi fermana Trump, Qasim Sulêymanî hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya pasdaran a Îranê piştrast kir û ragihand: “Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, artêşa Amerîkayê êrîşeke yekalîker encam da, jibo parastina amerîkiyên li derveyî welat, bi kuştina Fermandarê Supaya Quds Qasim Sulêymanî ku kesek e pêşti wek terorîst hatiye ragihandin.”

Pentagon herwiha dibêje, “Qasim Sulêymanî berpirs bûye di êrîşên ser binkeyên hevpeymanan li Iraqê di çend mehên bihorî de û di nava wan de êrîşa 27-12-2019. Herwiha Qasim Sulêymanî glopa kesek vêxistibû bo êrîşkirina ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê.”

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê vê êrîşê wek rêgirtin ji êrîşên Îranê di demên bihê de bi nav dike û tekez dike: “Amerîka amade ye hemû rêyan jibo parastina xelk û berjewendiyên xwe di hemû cihekî cîhanê.”

06:00

Supaya Pasdaran piştrast kir: Qasim Sulêymanî hat kuştin

Supaya Pasdaran a Îranê bi fermî piştrast kir, ku Fermandarê Supaya Quds Qasil Sulêymanî di êrîşekê de li Bexdayê hatiye kuştin.

Li gor ajansa Fars News a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, General Qasim Sulêymanî îşev di êrîşa helîkopterên Amerîkayê de hatiye kuştin.

Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe ya kurt de dibêje: “Generalê serbilindê îslamê hecî Qasim Sulêymanî piştî temeneke dûr û dirêj ji cîhadê, îro sibehê di êrîşeke helîkopterên Amerîkayê de şehîd bû.”

Di daxuyaniya xwe de Supaya Pasdaran behsa ti hûrgiliyan nekiriye.

05:55

Donald Trump ala Amerîkayê li twîttera xwe belav kir

Di yekem berteka piştî kuştina Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Muhendis de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li twîttera xwe ala Amerîkayê belav kiriye.

05:40

Heşda Şeibî: Pênc endamê Heşda Şeibî û du mêvan hatin kuştin

Berpirsên Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihandine, du êrîş bo ser du armancên diyarkirî hatine pêkanîn û di encamê de herdu armanc hatine hedefgirtin, lê belê zanyariyên bêtir nedane.

Berdevkê Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ji Reutersê re ragihandiye, ku Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis sibehiya îro Înê di êrîşeke esmanî de hatine kuştin.

Berdevkê Heşda Şeibî, herwiha Amerîka û Îsraîlê wek berpirsyarê kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis bi nav dike.

05:30

Kanala Al Iraqiya: Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin

Medyaya femrî ya Iraqê, kanala Al Iraqiya îşev di nûçeyeke bilez de ragihand, di bombebaranekê de li nêzîk Balafirxaneya Navdewletiya Bexdayê, Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis hatin kuştin.

Herwiha ajansa nûçeyan a Tasnim k user bi Supaya Pasdaran a Îranê ve ye, nûçeya kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Muhendis belav kiriye û nivîsiye: “Li nêzîkî Balafirxaneya Bexdayê êrîşî karwaneke Heşda Şeibî hatiye kirin û têde Qasim Sulêymanî û Ebu Mehdî Muhendis û Mihemedreza Cabirî hatine kuştin.”

Hin wêne û dîmenên vîdeoyî yên piştî êrîşê jî li ser sosyal medyayê û herwiha ji aliyên hin kanalên televîzyonî yên Erebî hatine belavkirin. Di wêneyekê de destek tê dîtin, ku gustîleke wek ya Qasim Sulêymanî di tiliyekê de tê dîtin.