Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Îmaratê bû

02-12-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Îmaratê bû
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Îmaratê bû
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îmarata Erebî COP28
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dubaiyê beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Îmarata Erebiyê û ji aliyê serokê wî welatî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêr li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ji bo beşdariya Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) çû Dubaiyê.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî beşdariya Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî îro li ser daxwaza Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan beşdarî merasîma Roja Neteweyî ya Îmarata Erebiyê bû.

Merasîm bi amadebûna serkirdeyên mêvanên COP28ê û beşdarên din pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya vê rojê pîrozbahiyên xwe pêşkeşî serok û xelkê Îmarata Erebiyê kir.

Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya lûtkeya COP28ê de li gel serok û serkirdeyên cîhanî civiya.

Konferansa ku roja Pêncşemê dest pê kir dê heta 12ê Kanûna Pêşînê berdewam bike.

Di wê Lûtkeya  COP28ê de, dê rewşa jîngehê ya ji ber guherîna avhewayê tê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst