Serokkomarê Îraqê: Pirsgirêka herî mezin a cîhanê guherîna avhewayê ye

Dubaî (Rûdaw) – Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd ragihand ku “pirsgirêka herî mezin a cîhanê guherîna avhewayê ye.”

Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd beşdarî 28emîn Konferansa Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guherîna Avhewayê (COP28) bû ku 30ê Çiriya Paşînê li bajarê Dubaiyê yê Îmarata Erebiyê dest pê kir.

Abduletîf Reşîd ji Senger Ebdulrehman re axivî û diyar kir ku di rewşa niha de pirsgirêka herî mezin guherîna avhewayê ya cîhanê ye.

Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd got,

“Pirsgirêka herî mezin a ku niha cîhan pê re rû bi rû ye jîngeh e ku di nav xwe de pirsgirêkên wekî kêmbûna avê û birîna daristanan a ji ber guherîna avhewayê vedihewîne.

Li aliyê din, em zêde neft û gazê bikar tînin ku rasterast bandorê li avhewaya cîhanê dike.”

Îraq yek ji wan welatan e ku herî zêde bandora guherîna avhewayê û germahiyê lê kiriye.

Li Îraqê çavkaniyên avê pir kêm bûne, germahî gav bi gav zêde dibe.

Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd diyar kir ku gavên heta niha hatine avêtin têrê nakin û got, “Divê em ji bo paşerojê nexşerêyekê çêbikin.”