Qeter firokeyên şer dişîne Tirkiyê

02-12-2021
RÛDAW
Nîşan Qeter Tirkiye Firokeyên Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê di çarçoveya hevpeymaniyeke navdewletî de, hatina 36 firokeyên şer û 250 personelên leşkerî ên Qeterê  bo nav Tirkiyê pesend kir. Eger hevpeymanî di parlamentoyî wî welatî de bê pesendkirin, dê firokeyên Qeterê bikarin di nav sînorên Tirkiyê de xwe bo şer amade bikin.

Li gor zanyariyên ku di medyaya Tirkiyê de belav bûne Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê pesend kir ku  36 jet û 250 personelên leşkerî ên Qeterê bi armanca perwerdê bên bo nav Tirkiyê. 

Li gor wê hevpeymaniyê firokeyên Qeterê dê bikarin li qada asmanî ya Tirkiyê çûnûhatinê bikin û eger  hevpeymanî di parlamentoyê de bê pesendkirin ew firoke dê bikarin di nav sînorên Tirkiyê de ji bo şer amadekariyan bikin û perwerdeyên firînê pêk bînin.

Di çarçoveya hevpeymanê de Tirkiye dê bo personelên leşkerî ên Qeterê, bê beramber ofîseke karkirinê, qadên perwerdê ên firokeyan, parkên firokeyan, av, elektrîk û tesîsên çakkirinê dabîn bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst