Rûsya: Sûriye dixwaze Tirkiye mijara vekişîna leşkeran zelal bike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê li ser asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê got, “Sûriye dixwaze Tirkiye mijara vekişîna leşkerên xwe zelal bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê bersiva pirsên medyaya Tirkiyeyê da.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo aramiya Sûriye û bihêzkirina ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn ew girîngiyê didin pêvajoya asayîbûna pêwendiyên Enqere û Şamê û got:
“Tevî hemû hewldanan ji ber cudahiya nêrînên her du aliyan pêvajoya danûstandinan rawestiyaye.”
Lavrov destnîşan kir ku eger her du alî bixwazin careke din dîyalog dest pê bike û pêvajo bidome ew dê bi awayekî çalak beşdar bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman:
“Hikûmeta Sûriyeyê israr dike ku berî her tiştî mijara vekişîna hêzên leşkerî yên Tirkan a ji axa Sûriyeyê zelal bibe.
Tirkiye wekî rêgez dibêje ew girêdayî yekîtî û serweriya axa Sûriyeyê ne lê pêşniyar dike ku mijara vekişîna hêzan piştre were gotûbêjkirin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku di Lûtkeya BRICSê de ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin xwestiye ku ji bo hevdîtinê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad razî bike.
Lavrov di mijara xwesteka navbeynkariya Tirkiyeyê ya ji bo Rûsya û Ukraynayê de jî diyar kir ku çekên Tirkiyeyê ji bo kuştina leşker û sivîlên Rûs tên bikaranîn.
Lavrov nerazîbûna xwe ji bo pêwendiyên leşkerî yên Ukrayna û Tirkiyeyê nîşan da.