Balafirên bombebaranê û Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder/Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew dê keştiyên parastinê yên mûşekên balîstîk, balafirên şer ên êrişa dûravêj ên B-52 li Rojhilata Navîn bi cih bike.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Amerîka dê di mehên pêş de hêzên zêdetir ên leşkerî bişînin Rojhilata Navîn.
Patrick Ryder bal kişande ser wê yekê ku şandina balafiran xwezaya nerm a pozîsyona parastina cîhanî ya Amerîkayê û şiyana wê ya bicihkirina hêzan a li seranserî cîhanê ya ji bo rûbirûbûna gefên ewlehiya neteweyî nîşan dide got:
“Wezîr Lloyd Austin eşkere kir ku eger Îran, şirîk û alîgirên wê vê derfetê ji bo armanckirina karmend û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bi kar bînin, ew dê ji bo parastina gelê xwe çi gav pêwîst bikin bavêjin.”
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder da zanîn:
“Li gorî sozên me yên ji bo parastina welatî û hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn, parastina Îsraîlê û kêmkirina aloziyan a bi rêya dîplomasiyê Wezîr ferman da ku sîstema parastina ji mûşekên balîstîk, fîlo û balafirên tanker û her wiha çend balafirên B-52yên êrişên dûravêj ên Hêza Asmanî ya Amerîkayê werin şandin.
Ev hêz dê di mehên pêş de bi birêketina keştiya balafiran a USS Abraham Lincolnê bigihêjin herêmê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse