Hizbulahê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir

02-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê mûşekên ku ji Libnanê hatin avêtin li bajarokê Tîreyê yê navenda Îsraîlê ketin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, 3 mûşek li bajarokê Tîreyê ketine ku ji başûrê Libnanê hatin avêtin.

Li hinek bajar û bajarokên naverasta Îsraîlê zengê hişyariyê hat lêdan.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku di encama êrişa mûşekî de 19 kes birîndar bûne.

Tîmên Tenduristiyê ya Îsraîlê ragihand ku wan 7 birîndar birine nexweşxaneyê.

Bajarê Tîreyê yê ku piranî Ereb lê dijîn nêzîkî sînorê Filistînê ye.

Hizbulah û Îsraîl ji destpêka şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve bi berdewamî êrişî hev dikin.

Ji Îlona îsal ve, şerê di navbera her du aliyan de derbasî qonaxeke nû bûye.

Îsraîlê li başûrê Libnanê li dijî Hizbulahê dest bi êrişa bejayî kir û Hizbulahê jî êrişên xwe yên mûşekî tundtir kirine.

Li gorî amarên fermî yên artêşa Îsraîlê, di êrişên Hizbulahê de herî kêm 63 kes hatine kuştin.

Li Libnanê jî 2 hezar û 865 kes hatin kuştin û zêdetirî 13 hezar kesî jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst