Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê diçe Tirkiyeyê: Mijar Xeze ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, 5ê vê mehê diçe Tirkiyeyê.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de her ku diçe dijwartir dibe.

Di vê dema ku şer dijwar dibe de Antony Blinken dê bi armanca gotûbêjkirina şer û rewşa Xezeyê here Tirkiyeyê.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Blinken dê 5ê Çiriya Paşînê here Enqereyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.

Tê pêşbînikirin ku di civînê mijarên wekî “rewşa mirovî ya li Xezeyê, agirbest û rêyên aştiya mayînde” werin guftûgokirin.

Blinken, piştî 7ê Çiriya Pêşînê ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû, çûbû 7 welatên Rojhilata Navînê ku Îsraîl jî di nav wan de bû.

Di şerê Hemas û Îsraîlê de Tirkiye piştgiriyê dide Hemasê û Amerîka jî piştgiriyê Îsraîlê.

Amerîkayê serdan piştrast nekiriye

Li aliyê din, li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di bernameya Antony Blinken a Rojhilata Navîn de serdana Tirkiyeyê nîne.